Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak ezmûnên veguhastina Zurîxê lêkolîn kir

Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak, pêşkêşiya ku ji aliyê beşa veguhastinê ya Şaredariya Zurîxê ve taybet ji bo Şaredariya Amedê hatiye amadekirin temaşe kir û ji bo pêşkêşkirina xizmeteke veguhastinê ya bi kalîtetir li bajêr agahî wergirt.

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya bernameya nasandinê ya ku ji aliyê Şaredariya Zurîxê ve di navbera 4-7'ê Sibatê de hatiye lidarxistin û sistemên veguhastinê, bajarvaniya hişmend û berterefkirina zibilên hişk ên Kantona Zurîxê tê vegotin, têkiliyên xwe didomîne.

Di çarçoveya bernameyê de beşa veguhastinê ya Şaredariya Zurîxê, pêşkêşiyek taybet li ser sistema veguhastinê ji bo Şaredariya Amedê pêk anî. Hevserok Serra Bucak a ku pêşkêşî temaşe kir, ezmûn û projeyên Zurîxê yên di warê sîstema rêhesinî û veguhastinê de lêkolîn kir û ji bo pêşkêşkirina xizmeteke veguhastinê ya bi kalîtetir li Diyarbekirê agahî wergirt.

Di dema têkiliyan de endamên Meclisa Şaredariya Mezin Gulay Kiliç û Velat Esen li gel Hevserok Bucak bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan