Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokên Şaredariyê beşdarî daxuyanî û meşa li Enqereyê bûn

Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê û meşa li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyan a li Enqereyê bûn. Hevserok Bucak xwest ku guh bidin dengê gel û pêşniyara ku ji bo rakirina qanûna qeyûman hatiye dayîn Meclisê were bicihkirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), li Guvenparka Enqereyê der barê tayînkirina qeyûman li şaredariyan de daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Bi Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun re, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, hevserokên şaredariyan û endamên meclisê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Hatimogulları û Bakirhan axivîn û xwestin ku dev ji siyaseta qeyûman were berdan.

Piştî daxuyaniyan, Hevserok Bucak û Hatun, bi yên pê re ji Guvenparkê heta Deriyê Dikmenê yê Meclisê meşiyan.

Hevserok Bucak: Guh bidin dengê gel

Hevserok Serra Bucak a ku li Deriyê Dikmenê yê Meclisê axivî, diyar kir ku van rojan roleke mezin dikeve ser milê Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Dadê û hemû Meclisê û got: "Di rêzkirina vê rêya ku diçe aştî, azadî û demokratîkbûnê de, guh bidin dengê gel, dengê heremên xwecihî. Ji bo rakirina qanûna qeyûman ya ku pêşniyara wê hatiye dayîn, zû bi zû li Meclisa Neteweyî bikin merî. Ji bo aştiyeke bi hêvî, azadî û civakeke demokratîk a ji bo gelan bibin hêvî û bersivê bidin, em dibêjin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan