Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak li Almanyayê beşdarî çalakiyeke rêveberiyên herêmî bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beriya Civîna Giştî ya 43. ya Yekîtiya Bajarên Alman li Navenda Kongreyê ya Hannoverê beşdarî çalakiya rêveberiyên herêmî ya koma SPDê bû.

Koma Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), beriya Civîna Giştî ya 43. ya Yekîtiya Bajarên Alman ku îro dê were lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya Hannoverê çalakiya rêveberiyên herêmî organîze kir. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Şaredariya Rezanê Siraç Çelik û endamên meclîsê jî ji bo beşdarbûna civîna Yekîtiya Bajarên Alman çûn bajarê Hannoverê yê Almanyayê.

Di civîna ku Berdevka Fraksiyona SPDê Kerstin Kelebe-Politze, Şaredarê Braunschweigê Thorsten Kornblum û Serokê Partiya SPDê yê Hannoverê û Serokwezîrê Eyaleta Saksonya Jêrîn Olaf Lies axivîn de, behsa têgihiştina demokrasiyê ya rêveberiyên herêmî û demokrasiya bajarî hat kirin.

Her wiha axaftvanan, ji bo beşdariya şanda rêveberiyên herêmî ya Amedê spasiya wan kir. Di civînê de, hevkariyên Eyaleta Saksonya Jêrîn ên bi taybetî bi bajarê Hannoverê re dê bi Amedê re werin kirin hatin gotûbêjkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan