Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak bi Serokê Şaredariya Hannoverê re hevdîtin kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Serokê Şaredariya Hannoverê Belît Onay re civiya.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ji ber Civata Giştî ya 43. ya Yekîtiya Bajarên Alman li bajarê Hannoverê yê Almanya ye, têkiliyên xwe didomîne. Hevşaredar Bucak ligel Hevşaredarê Bajarê Rezan Siraç Çelîk û endamên meclîsê, bi Serokê Şaredariya Hannoverê Belît Onay û Serokê Şaredariya Hannoverê yê dema berê Herbert Schmalstieg re civiya.

Di hevdîtinê de, hevkariyên projeyan ên di warên çand-huner, ciwan û werzişê de yên ku dê di navbera bajarên Hannover û Amedê de bên kirin hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de, daxwazên dostanî û hevkariyê yên ku berê temenê wan hatibû danîn û daxwazên xebata hevpar ên vê serdemê hatin ziman.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan