Hevşaredar Ay, beşdarî Atolyeya Şerbeta Rihanê bû
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay ê ku di çarçoveya Rojên Gastronomiyê de beşdarî “Atolyeya Şerbeta Rihanê” bû, bal kişand ser ku metbex jî bîreke e û diyar kir ku têkiliya bi çand û kevneşopiyan re dê vê bîrê hê bêtir xurt bike.
Rojên Gastronomiyê yên ku ji bo xuyakirina çanda dewlemend a metbexê û tamên herêmî yên Amedê, ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ve bi rêya Şaxa Gastronomî û Markakirinê ve hatibûn lidarxistin, bi atolyeya Şerbeta Rihanê ya li Qesra Cemîlpaşa bi dawî bûn. Di atolyeyan de ku di navbera 19ê Îlonê û 4ê Tîrmehê de li cihên dîrokî û çandî yên bajêr de hatine lidarxistin, mijarên cuda yên wekî fermantasyon, hevîrtirşê sirûştî, metbexa bêpaşmahî û şerbetên herêmî hatin rojevê. Di atolyeya îro de qonaxên amadekirina şerbeta rihanê, rêbazên hatine bikaranîn û xalên girîng ji beşdaran re hatin gotin.
Hevşaredar Ay: Divê em çanda xwe bidin jiyîn
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay di axaftina xwe ya li vir de wiha got: “Dîrok bê çand nabe. Mirov çiqasî çanda xwe nas bike û bide jiyîn, ewqasî xwedî li dîroka xwe jî derdikeve. Çand nayê gotin ku ‘tiştek e’ û derbas bibe. Yanî ji hunerê bigire heta çîrokê, ji xwarinê bigire heta lîstokê her tiştê ku di dîrokê de tê zindîkirin, çanda wê civakê ye. Kîjan be bila bibe, divê mirov van hemiyan wekî giştîbûnekê bibîne; nebêje ‘ev gelekî girîng e, ev ne girîng e’. Di dîrokê de divê mirov her dem çanda xwe û kevneşopiyên xwe yên kûr bide jiyîn û di nava xebat û hewlê de be ku neyê jibîrkirin.”
'Divê em li hemberî kesên ku dixwazin çanda me bidin jibîrkirin bêhis nemeşin'
Hevşaredar Ay diyar kir ku her xwarin xwedî bîrekê, kûrahiyekê û wateyekê ye û axaftina xwe wiha domand: “Ji bîrçûn û tunebûna xwarineke ku bi sedsalan e di dîrokê de cih digire, di rastiyê de tê maneya tunebûna parekê ji dîrok û bîra mirov bixwe. Ji ber vê yekê divê em bi vî çavî li metbex û xwarinan binêrin. Em dizanin ku di demên dawî de gelek tişt li ber çavên me ji aliyê modernîte û kapîtalîzmê ve tên xemilandin û balkêştirkirin. Lê belê em dizanin ku ji xwarinê bigire heta her cure ked û hilberînê, tinekirina çandekê di rastiyê de tê maneya qelskirina dîrok û çanda gelan. Divê em li hemberî kesên ku dixwazin dîroka me ya dewlemend û çanda me bidin jibîrkirin bêhis nemeşin. Ji ber vê yekê divê em bizanibin ku xwarin û metbex di heman demê de bîreke dîrokî ye, çandek e. Civakek çiqasî xwedî li çanda xwe derkeve, bide jiyîn û wê zindî bihêle, hebûna wê jî ewqasî xurt dibe.”
Hevşaredar Ay anî ziman ku Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ked û hewleke gelekî bi qîmet daye holê û got ku ew ê van xebatan mezin bikin û rê nadin ku tu hêmaneke çanda me bê jibîrkirin: “Em ê tiştên ku hatine jibîrkirin jî bi hev re bi kedê derxînin holê, bînin cem hev, ji bo jiyandin û mezinbûna wan em ê bi hev re têbikoşin. Yek ji sedemên civîna me ya îro jî şerbeta rihanê ye. Mirov li ku derê vê şerbetê bibîne, resenî, xweşikbûn û germbûna Amedê tê bîra wî. Gava her sembol, dîrok û çanda bajarê me tê bîra me, bêguman têkiliya me ya bi çand û kevneşopiyên me re hê bêtir xurt dibe. Ev yek jî di her warî de berpirsiyariya jiyandina bi hêz û mezinbûna çanda xwe dide me. Bêguman ev tam ne tenê tama dev e, tamê jiyandina çanda me ya dîrokî ye.”
Li gel Hevşaredar Ay, Cîgirê Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş, endamên meclisê, serokên daîreyên têkildar û gelek mêvan beşdarî çalakiyê bûn; çalakî bi guhdarîkirina dengbêjan û tamkirina berhemên herêmî bi dawî bû.
