Hevşaredar Ay: Ev civîn dê tevkariyê li têkiliyên di navbera gelan de bike
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay tevlî bernameya ku ji bo şandeya Ermenistanê ya di çarçoveya projeyeke bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê de hatî bajêr hatibû organîzekirin bû û diyar kir ku ev hevdîtin dê tevkariyê li xurtkirina têkiliyên di navbera gelan de bike.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay, Hevberdevka Meclisa ŞBM'ê Demet Ceylan û endamên meclisê, di bernameya ku ji aliyê Komeleya Karxudan û Karsazên Rojhilata Navîn (OSGÎAD) ve li otêlekê hat lidarxistin bi şandeya Ermenistanê re hatin cem hev. Şandeya ku karsaz û rojnamevan di nav de bûn, di çarçoveya projeyeke bi piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê de hat Amedê û ji bo geşkirina têkiliyên aborî hindik hevdîtin kirin.
Hevşaredar Emîn Ay di bernameyê de axivî û li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin silav li endamên şandeyê û rêveberên OSGÎAD’ê kir.
Hevşaredar Ay: Em vê hevdîtinê wek hevdîtineke ji rêzê nabînin
Hevşaredar Ay diyar kir ku ew kêfxweş in ku mazûvaniya şandeya ji Ermenistanê hatiye bajarê qedîm Amedê dikin û tevî vê hevdîtinê dibin, û destnîşan kir ku ew vê hevdîtinê wekî hevdîtineke ji rêzê nabînin. Hevşaredar Ay anî ziman ku ew bawer dikin ev hevdîtin dê bibe alîkar ku têkiliyên di navbera gelan de xurt bibin.
Hevşaredar Ay diyar kir ku ew şandeya ji Ermenistanê hatî wekî ku hatibin mal û bajarê xwe dibînin, û wiha got ku ew dixwazin mêvan jî Amedê wekî mal û bajarê xwe bibînin.
‘Pêwîst e têkilî bi her alî ve bên geşkirin’
Hevşaredar Ay diyar kir ku ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera gelan de ew wek rêveberiyên herêmî tişta dikeve ser milê wan amade ne bi kêfxweşî bînin cih û bal kişand ser wê yekê ku divê ev têkilî û hevdîtin ne tenê bi aliyê xwe yê aborî ve bête nirxandin. Hevşaredar Ay destnîşan kir ku ew difikirin têkilî di her alî de dê sûd û tevkariyê pêşkêş bikin û divê di vê rêyê de bên geşkirin.
‘Geşkirina têkiliyan girîng e’
Hevşaredar Ay bal kişand ser girîngiya geşkirina têkiliyên di navbera gelan de bi hişmendiya êşên berê, bêyî ku ev êş bên jibîrkirin û îhmalkirin, û diyar kir ku divê êşên hatine jiyîn nebin asteng li ber geşbûna têkiliyan. Hevşaredar Ay daxwaz kir ku ji bo rakirina van astengan têkilî bi awayên cihêreng bên dewlemendkirin.
