Hevşaredar Ay beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya karkerên Nexweşxaneya Bajêr bû
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya karkerên Nexweşxaneya Bajêr bû yên ku ragihandibûn çalakîya wan a ji bo daxwazên mercên xebatê û mafên xwemalî bi destkeftiyê encam daye. Ay diyar kir ku ew ji ber ku karker gihîştine mafên xwe yên ku nehatibûn dan û hatibûn piştguhkirin, pir dilxweş in.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emin Ay li ber şantiyeya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Avahî û Rê (Yapı Yol-İş) bû yên ku ji bo mercên xebatê û mafên xwe yên xwemalî di çalakiyê de bûn. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Yunus Muratakan, Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, Parlementerê Partiya Nû (Yeni Parti) Sezgin Tanrikulu, alîgirên Amedsporê û nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan jî cih girtin.
Karkerên ku li şantiye ya Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ji bo maf û mercên xebatê yên xwe di berxwedanê de bûn, ragihandin ku çalakiya wan ji îro pê ve bi destkeftiyê encam daye.
Cextkirina li ser piştevaniya kedê û edaleta civakî
Hevşaredar Emîn Ay di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, silav li hemû beşdaran kir û diyar kir ku ew bi girîngiya piştevaniya kedê û edaleta civakî bawer dikin. Hevşaredar Ay anî ziman ku ew ji ber ku karkerên Sendîkaya Yapı-Yolê bi berxwedan û têkoşîna xwe mafên xwe yên nehatibûn dan û hatibûn piştguhkirin bi dest xistine, pir dilxweş in.
Banagaziya diyalogê ji rêveberên şîrketê re
Hevşaredar Ay tekez kir ku li dijî binpêkirina mafên karkeran û daxwazên wan ên mafan divê rêveberên şîrketê, anku sermayedar bi nêzîkatiyeke dilovanî (sozfirehî) nêzîk bibin; rêveberên şîrketê diyalogê bikin esas û çareseriyê di derxistina karkeran a ji kar de nebînin.
Hevşaredar Ay tekez kir ku berxwedana karkeran îspat kir ku bi çavgirtin û çavtirsandinê karker paşde gav navêjin.
Daxuyaniya çapemeniyê piştî axaftinan bi dawî bû.
