Hevşaredar Bucak: Bila em hesabê qetilkirinên jinan bi hev re bipirsin
Di daxuyaniyekê de ku ji bo protestokirina zêdebûna qetilkirinên jinan hat lidarxistin Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak axivî û bal kişand ser wê yekê ku divê hesabê qetilkirinên jinan bi hev re bê pirsîn û got: “Jin hene, dê hebin; jin li vir in û jin dê xwedî li hev derkevin.”
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Baglarê ji bo balê bikşînin ser zêdebûna qetilkirinên jinan û banga têkoşînê bikin, daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de ku li Çaryana Dortyolê pêk hat Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û gelek jin amade bûn.
Di meha dawî de 4 jin hatin qetilkirin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi hemû avabûna jinan a ku di warê têkoşîna li dijî şidetê de dixebite û bi îradeya siyasî ya bajêr re li qadê ne û got: “Di meha dawî de li Amedê 4 jin hatin qetilkirin. Ya dawî Ayfer Çakmak; li vir, li Baglarê, li kuçeya mala xwe ya ku lê rûdinişt ji aliyê kesê herî nêz ve, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Mixabin Ayfer Çakmak 5 zarokên xwe li pey xwe hiştin. Dîsa her du jinên ku beriya wê hatibûn qetilkirin, ji aliyê hevjînê ku dixwest ji hev veqetin, bixwaze berde an jî berdaye ve kişandin xefikê û kişandibûn qada giştî û hatibûn qetilkirin.”
‘Divê xwecihî jî polîtîkayên xwe xurt bikin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û da xuyakirin ku xebatên hişyariyê, bîreweriya zayendî û rêxistinbûnê di encama têkoşîneke zehmet de bûne xwedî jiyan, ligel vê yekê divê rêveberiyên xwecihî û polîtîkayên jinan ên di vî warî de tên meşandin jî bên mezinkirin. Hevşaredar Bucak got: “Jin di vî bajarî de çiqasî xwe bi ewle hîs dikin an jî dikarin çiqasî bigihîjin mekanîzmayên ku ew ê xwe lê bi ewle hîs bikin? An jî gelo mekanîzmayên ku ew ê xwe lê bi ewle hîs bikin bi rastî jî li taxên me, li qadên ku jin lê dicivin, wekî mekanîzmayên pêbawer tên dîtin? Bê guman piştî her qetilkirineke jinan an jî piştî her bûyereke neyînî ya ku em dijîn, em bi destpêkê re bi rêveberiyên xwecihî re, bi çalakvanên ku li vî bajarî siyasetê dikin, bi avabûnên me yên ku di warê qada jinan de, di warê têkoşîna li dijî tundiyê de dixebitin re tên cem hev.”
‘Têkiliya desthilatdariyê ya li ser jinan li her derê belav dibe’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku têkoşîna jinan û torên ku ava kirine bi tenê têra pêşîlêgirtina qetlîamên jinan nakin, ji ber ku ev rewş pirsgirêke sîstemê ye û anî ziman ku têkiliya desthilatdariyê ya li ser laş û jiyana jinan tê avakirin li her derê belav dibe.
‘Mekanîzma li hemberî polîtîkayên êrîşkar zorê dibînin’
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku jin ji aliyekî ve têkoşîna nasnameyê, têkoşîna ziman, têkoşîna hebûnê didin; bal kişand ser wê yekê ku wan li dijî polîtîkayên tundiyê hişyarî, xebatên perwerdeyê, kampanya, Hêlên Alo Tundiyê wekî gelek mekanîzmayên cûrbicûr ava kirine û got: “Lê îro werin bibînin ku ev mekanîzma mixabin li hemberî polîtîkayên êrîşkar ên desthilatdariyê zorê dibînin, divê em vê bêjin.”
‘Em bêçare nînin, em dikarin îradeya xwe mezin bikin’
Herweha Hevşaredar Bucak diyar kir ku jin bêçare nînin û gotinên xwe wiha domand: “Li cihê ku em zorê dibînin em ê alternatîfa xwe bibînin. Lê em jin li Amedê, li Edeneyê, li Stenbolê, li Enqerê, li kîjan aliyê Tirkiyeyê dibe bila bibe, em bêçare nînin! Em dixwazin ji vir bêjin ku em ne bêçare ne, em li vir in, li vir îradeyek heye û em ê xwedî li jinan derkevin.”
Hevşaredar Bucak helwesta darazê ya di nava dozên tundî û qetilkirina jinan de jî rexne kir, destnîşan kir ku di xala cîbicîkirina Qanûna hejmara 6284 de kêmasî hene û dadgeh bi “kravat” an jî “kêmkirinên ji ber reftara baş” sûcdaran bêceza dihêlin. Hevserok Bucak bal kişand ser têkoşîna ku ji bo Gulsûman Doku û Rojîn Kabaîş tê meşandin û da xuyakirin ku delîlên dozên qetilkirina jinan ne ji aliyê darazê ve, lê ji aliyê jinan û rêxistinên civaka sivîl ve tên dîtin.
‘Jin dixwazin bijîn’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku heke têkoşîna malbatê û jinan nebûya, dê dosya bi gotina “xwekujî” bihata girtin û bal kişand ser kêmasiyên di dosyaya Gulsûman Doku û Rojîn Kabaîş de û polîtîkayên bêcezahiştinê. Hevşaredar Bucak gotinên xwe wiha domandin: “Çiqas gelek jinên ku dixwazin xwe bikujin li vê erdnîgariyê hene! Bila civaka me ji vê re bawer neke. Jin dixwazin bijîn. Jin naxwazin ji vê jiyanê bên qutkirin, jin bingehê vê jiyanê ne. Jin dixwazin bi zarokên xwe, bi hebûna xwe, bi fikrên xwe, bi çalakiyên xwe di vê jiyanê de bin.”
Banga hişyariyê ji bo mêran
Hevşaredar Bucak ji bo ku di vî warî de hişyarî çêbibe bang li mêran jî kir û got: “Bila mêr şerê li tenişta xwe, li cîranê xwe û tundiyê bibînin; bila deng derxînin, bila rol bilîzin! Civaka rêxistinkirî tenê dikare tundiyê bide sekinandin, civaka rêxistinkirî tenê dikare birînên hev bipêçe.”
‘Divê em bi hev re hesabê wê bipirsin’
Hevşaredar Bucak banga hişyarbûna li dijî sistêma êrîşkar li her qadê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku em vê çareser bikin divê em hişyar bin, heta ku em vê çareser bikin divê em rêxistinkirî bin, heta ku em vê çareser bikin divê em bi hev re hesabê van qetilkirinên jinan bipirsin. Jin hene, dê hebin; jin li vir in û jin dê xwedî li hev derkevin.”
