Hevşaredar Bucak: Parastina hevsengiya ekolojîk erka me ya dîrokî ye
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî “Konferansa Rêveberiya Avê ya Berdewam a Navneteweyî: Zanist, Siyaset û Serlêdan” bû. Hevşaredar Bucak diyar kir ku Amed bajarekî ku şopa dèh û çend medeniyetên ku bi Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jiyanê dane wan dihewîne û got, parastina hevsengiya ekolojîk erka wan a dîrokî ye.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî “Konferansa Rêveberiya Avê ya Berdewam a Navneteweyî: Zanist, Siyaset û Serlêdan” a ku li Navenda Çand û Kongreyê ya 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin, bû. Ji bilî Hevşaredar Bucak, Sekreterê Giştî yê BMBê Serdar Bakiroglu, Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, nûnerên saziyên kamûyê, zanyar, lêkolîner, 50 beşdarên ji 25 welatan û gelek mêvan beşdarî roja ewil a konferansa ku di navbera 29ê Îlonê û 2yê Cotmehê de bidome, bûn.
‘Av bingeha jiyanê ye’
Di bernameyê de ku bi nîşandana vîdyoya danasînê ya Amedê û Zanîngeha Dîcleyê dest pê kir, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat axivî û anî ziman ku ew ji bo ‘avê’ ku yek ji mijarên herî girîng e ku rasterast pêşeroja mirovahiyê eleqedar dike, hatine cem hev û diyar kir ku av ne tenê çavkaniyek xwezayî ye, di heman demê de bingeha ewlehiya xwarinê, hilberîna çandiniyê, pêşveçûna aborî, berdewamiya jîngehê û di dawiyê de ya jiyanê ye.
Hevşaredar Bucak: Ev ax xala derketinê ya medeniyetan e
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bi silavkirina Desteya Rêvebir a Konferansê û mêvanan dest bi axaftina xwe kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ji bo axaftina li ser pêşeroja avê, qeyrana avhewayê û hewzên ku çavkaniya jiyanê ne, hatine cem hev. Hevşaredar Bucak diyar kir ku li darketina konferansê li Amedê pir watedar e û destnîşan kir ku Çemê Dîcleyê û Firatê ku ji van axan diherikin, ji ber ku jiyanê hildigirin ser milê xwe, xala derketinê ya medeniyetan in.
‘Divê em çavkaniyên avê biparêzin’
Hevşaredar Bucak da xuyakirin ku ji bo berdewamiya hebûna medeniyetên ku em îro tê de ne, mijara ewil û herî bingehîn a ku divê em li ser bifikirin dê av be û wiha axivî: “Çawa ku di warê kesane de divê av neyê îsrafkirin, divê em di nava bajaran de jî parastina çavkaniyên avê biparêzin, rêveberiya hişmend a avê bipejirînin û vegerandina ava gemarî jî bikin meriyetê. Em wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji roja ku hatine ser desthilatdariyê ve vîzyona xwe ya ‘Bajarê Ekolojik, Demokratîk û Azadixwaz ê Jinan’ kirine navaenda xwe. Amed bajarekî ku şopa dèh û çend medeniyetên ku Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jiyanê dane wan, dihewîne. Erka me ya dîrokî ew e ku em vê hevsengiya ekolojîk a kevnar li dijî polîtîkayên rantê û betonbûnê biparêzin.”
‘Qeyrana avhewayê zêdetir bandorê li komên qels dike’
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku ji bo berdewamiya avê, Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê li qada Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Navendê bi veberhênanekî nêzî milyarek lîreyî Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Etaba 2an ava dike û diyar kir ku dema tesîs xilas bibe, kapasîteya paqijkirina ava vexwarinê ya rojane ya bajêr dê ji 250 hezar metreqûpî derkeve 520 hezar metreqûpî. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ev zêdebûn dê sîstema li dijî barên nişkê ve yên ku hişkesalî û bajarbûn çêdikin re berxwedêrtir bike û axaftina xwe wiha domand:
“Mercê ewil ê gihîştina ewle ya avê, kapasîteya têrker û berxwedêr e. Lê belê, em çiqas bixwazin polîtîkayên xwe yên bajêr bi hesasiyeke hûr ava bikin bila bibe, rastiya guhertina avhewayê ya gerdûnî bi hemû wêranxeriya xwe li pêşiya me radiweste. Amed di serî de ew erdnîgarî ye ku aliyê hişkesaliyê yê vê qeyranê bi awayê herî giran hîs dike. Ji bo projeyên adaptasyona avhewayê ne tenê hevkariyeke herêmî, li ser asta neteweyî û gerdûnî jî hevkarî pêwîst e. Di vî warî de em xebatên xwe bê navber didomînin. Ji ber ku em wekî rêveberên herêmî dizanin ku qeyrana avhewayê bi awayekî wekhev nagihêje kesî. Hişkesalî û kêmbûna avê herî zêde xizanên bajaran, cotkarên biçûk, jin û kesayetên civakî yên qels lê dixist. Ji ber vê yekê, rêveberiya avê ji bo me ne tenê xizmeteke binesaziyê ya teknîkî ye, rasterast meselokeke ‘Edaleta Avê’ û ‘Mafê Bajar’ e.”
Hevşaredar Bucak diyar kir ku encamên zanistî, nexşeyên rê û pêşniyarên siyasetê yên ku dê ji kongreyê derkevin holê, dê wekî rêveberên herêmî rêya wan ronî bikin û got ku bicihkirina daneyên zanistî yên hatine hilberandin di nava siyaset û serlêdanên wan de dê bikeve stûyê rêveberên herêmî.
Hevşaredar Bucak bi spaskirina Zanîngeha Dîcleyê ya ku di amadekirina konferansê de ked daye, hemû zanyaran û hemû mêvanên ku ji derveyî welat hatine Amedê û tevkariyê li konferansê kirine, dawî li axaftina xwe anî.
