Hevşaredar Bucak li Torinoyê di konferansa Rojhilata Navîn û aştiyê de axivî
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku li Îtalyayê tevlî konferansa “Ji bo Aştiya li Rojhilata Navîn Perspektîfek” bû, bal kişand ser rola rêveberiyên herêmî di avakirina civaka demokratîk de û li ser tecrûbeya hevserokatiyê û çareseriya pirsgrêka kurd pêşkêşiyeke berfireh kir.
Li bajarê Torinoya Îtalyayê bi hevkariya Şaredariya Torinoyê, Komîteya Herêmî ya Mafên Mirovan û Rêveberiya Herêmî ya Piemonteyê û bi piştgiriya Weqfa Bankaya Teserufê ya Torinoyê konferansa “Ji bo Aştiya li Rojhilata Navîn Perspektîfek” hat lidarxistin. Ji Tirkiyeyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk û Dîlan Kunt Ayan û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî konferansê bûn. Di rûniştena vekirina konferansê de Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Torinoyê Dott.ssa Michela Favaro, endamê Weqfa CRT û Berdevkê Koordînasyona Navber bîrokerî ya Piemonteyê Giampiero Leo û Hevşaredar Serra Bucak cî girtin.
Bal kişand ser pratîkên qeyûman
Hevşaredar Serra Bucak di konferansê de bi kurdî pêşkêşiyek kir û dest da ser mijarên “Weke bingehê projeya civaka demokratîk tecrûbeya rêveberiyên herêmî: pêvajoyên şaredariyê û pergala hevserokatiyê; xweseriya herêmî, beşdariya demokratîk û li dijî tayînkirina qeyûman û zextên desthilatiya navendî berxwedan”. Hevşaredar Bucak anî ziman ku di heyamên berê de ji bo şaredariya wan û şaredariyên DEM Partiyê gelek caran qeyûm hatine tayînkirin û tayînkirina qeyûman berdewam dike, û li ser mijarên siyasî, civakî û aborî yên li herêmê nirxandin kirin.
Demokrasî ji herêmî pêş dikeve
Hevşaredar Bucak pirsgirêkên rêveberiyê yên welatên mîna Tirkiyeyê ku pêvajoyên pevçûnê dijîn, nakokî û pevçûnên di navbera rêveberiyên navendî û herêmî de bi hûrgilî rave kir û teqez kir ku civak û rêveberiya demokratîk ne bi ferzkirinên navendî yên dewletên netewe, belkî li taxan, gundan, meclisên gel, meclisên jinan û meclisên ciwanan tê avakirin. Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku demokrasî pewendiya xwe ya yekem a jiyana rojane li şaredariyê çêdike, şaredarî qada birêvebirina xwe û hilberîna çareseriyan ji pirsgirêkan re ye, û diyar kir ku ji bilî destkeftiyên demokratîk, divê kêmasî jî bi zimanekî rexnedana xwetiyê werin anîn ziman.
Tecrûbeyên şaredariyê hatin kurteya kirin
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku tecrûbeya şaredariyê ya tevgera demokrasiyê ya kurd di sala 1999an de bi Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) re dest pê kiriye û teqez kir ku sînorên xizmetên şaredariyê ji xizmetên giştî yên mîna “rê, av û komkirina çopê” wêdetir hatine birin. Hevşaredar Bucak guherîna paradîgmaya ku siyaseta kurd pêş xistiye anî ziman û diyar kir ku piştre gel bi awayekî çalaktir tevlî pêvajoyên biryardanê bûye. Bucak destnîşan kir ku di şaredariyên ku partiya wê birêve dibe de meclisên bajar, meclisên taxan, navendên jinan, kooperatîf, xizmetên pirzimanî û saziyên çandî pêş ketine û şaredarî veguheriye dibistana siyaseta demokratîk. Hevşaredar Bucak diyar kir ku guherîna di têgihîştina xizmetê ya demokratîk, azadîxwaz, dadperwer, wekhev û zelal a şaredariyên di kevneşopiya DEM Partiyê de û di sînorên xizmetê de di heman demê de desthilatiya navendî xistiye nav fikarê.
Pergala hevserokatiyê û azadiya jinan
Hevşaredar Bucak bi rêya tecrûbeyên xwe aşkere kir ku pergala hevserokatiyê û azadiya jinan çawa weke pîvana demokrasiyê dixebite. Bucakê diyar kir ku tevgera demokrasiyê ya kurd ji sala 2014an vir ve her şaredariya ku bi dest xistiye ji aliyê jin û mêrekî ve bi hev re tê birêvebirin, biryar bi hev re tên girtin û bi hev re hesab ji gel re tê dayîn. Hevşaredar Bucak teqez kir ku ev sepandin ne kotaya zayendî ye; çimkî di pergala kotayê de jin tevlî pergala ku mêran ava kiriye tên kirin, lê belê pergala hevserokatiyê bi xwe pergalê diguherîne û tenê wê kursiya ku mêr weke nûnerê baviksariyê li ser rûniştine ji holê radike. Hevşaredar Bucak anî ziman ku encamên mîna malên jinan û stargeh, kooperatîfên jinan, biryar û budçeya ku zayend û hebûna jinan dihesibîne li ber çavan e, û jinên ku ji gelek aliyan ve zehmetî kişandine di rêveberiyên herêmî de bûne xwedî biryar û qedera xwe bi xwe dinivîsin.
Hevşaredar Bucak dest da ser şaşiyên di parvekirina budçe û desthilatê de yên di navbera navend û rêveberiyên herêmî de jî û diyar kir ku ev şaşî di gelek mijaran de, di nav de ax, av, enerjî, kept û mafên ajalan, dibine sedema plansaziyên şaş. Hevşaredar Bucak bal kişand ser alternatîfa siyasetên yekperest ên di dewletên netewe de û got ku projeya wan hêzeke herêmî ye ku ji komunan û taxan ber bi jor ve dikişîne. Hevşaredar Bucak bal kişand ser cûdahiya bajar û teqez kir ku Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî û Ermenî bi hev re dijîn û bi hev re biryaran digirin.
‘Pêvajoyê deriyekî nû vekir’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a 27ê Sibatê deriyekî nû vekiriye, tevgera kurd gavên dîrokî avêtine û niha divê dewlet jî gav biavêje. Di vê çarçoveyê de bal kişand ku demokrasîya herêmî dê bibe ezmûna herî zelal û diyar kir ku pêvajoyeke aştiyê ya ku li serê şaredariyan qeyûman bihêle an jî milkên wan hîn venegerîne dê baweriyê nede. Hevşaredar Bucak diyar kir ku bawerî û biryardariya kurdan di têkoşîna xwe de temam e lê divê gavên dewletê di jiyana rojane de bibin xwedî bertek, û ji Tirkiyeyê xwest ku di vê pêvajoyê de şerha ku li ser Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê daniye rake. Di heman demê de Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê vexwend şopandina pêvajoyê û girîngiya hevkariya di navbera bajaran de bi bîr xist. Hevşaredar Bucak xwest ku şaredariyên ku qeyûm li ser rêveberiya wan hatine tayînkirin tavilê radestî îradeya hilbijartî werin kirin û hêzên demokrasiyê yên navneteweyî jî vexwend ku li dijî van cûre pratîkan biryardartir bisekinin.
