Hevşaredar Bucak beşdarî resepsiyona Konsolosxaneya DYA’yê ya Edeneyê bû
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî resepsiyona ku ji aliyê Konsolosxaneya DYA’yê ya Edeneyê ve hatibû organîzekirin bû.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Resepsiyona Salvegera 250yemîn a Serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû ku ji aliyê Konsolosxaneya DYA’yê ya Edeneyê ve hate lidarxistin.
Şêwirmendê Serekî yê Balyozxaneya DYA’yê, Konsolosê DYA’yê yê Edeneyê û mêvan beşdarî resepsiyonê bûn. Bi vê minasebetê Hevşaredar Bucak di asta bilind de peywendiyên dîplomatîk pêk anîn û bi Konsolosê DYA’yê yê Edeneyê Eric R. Mehler û Dîplomata ji Karên Siyasî Berpirsiyar a Konsolosxaneya DYA’yê ya Edeneyê Minta Brodzinski re hat ba hev.
Di hevdîtina ku hat kirin de, pirsgirêkên sosyoekonomîk ên bajarî û mekanîzmayên muhtemel ên piştgiriyê yên derbarê xizmet û veberhênanên pêşeng de hatin nirxandin.
