Hevşaredar Bucak li gel kedkarên zabiteyan civiya
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di civînekê de ku bi helkefta 200'emîn salvegera damezrandina Yekeya Zabiteyan hat lidarxist, li gel xebatkarên zabiteyan civiya û bal kişand ser aştiya kar û têgihîştina xizmetê ya li ser bingehê diyalogê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi helkefta 200'emîn salvegera damezrandina "Yekeya Zabiteyan" li gel kedkarên zabiteyan yên li ser şaredariyê dixebitin civiya.
Ji bilî Hevşaredar Bucak, Cîgirên Sekreterê Giştî yên DBB'ê Muhabbet Erdogmuş û Ozlem Tekin, Hevberdevkên Meclisa DBB'ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, serokên daîreyan yên têkildar û endamên meclisê tevî çalakiyê bûn.
Hevşaredar Bucak di çalakiya ku hat lidarxistin de axivî, heftiya xebatkarên zabiteyan pîroz kir û diyar kir ku ew hêvî dikin di salên pêş de û salên berdewam de bi şert û merc û kapasîteyên baştir û pêşketî bixebitin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya xebatê di nav avahiyekê de ku ji têgihiştina şaş dûr be, li ser bingehê têgihiştin, ragihandin, diyalog, muzakere û qanîkirinê be.
'Ew têgihîştina ku kedkar û xebatkara bingeh digire em dipejirînin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser zehmetiyên qada zabiteyan û diyar kir ku ti kes naxwaze vê qadê zehmettir bike; wan diyar kir ku ew dixwazin bi perwerde, bernameyên pêşxistina kapasîteyê, çalakî û nûbûnan re pîvazên gerdûnî bi dest bixin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêkên taybet yên her civak û bajarî hene û diyar kir ku ev armanc dê bi xebata fedakar a xebataran û bi parvekirina tespîtkirina pirsgirêk û hewcedariyan a bi rêzek rast derkevin holê.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew avahiyek ku aştiya kar, aramî û diyalogê di nav xwe de pêş dixe pênase dikin, têgihîştina klasîk a "rêveberî dibêje, birîm dikin" napejirînin û tekez kir ku ew berê xwe didin têgihîştineke ku kedkar û xebatkaran bingeh digire û çavdêriyên li qadê li ber çavan digire. Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê li hember civakê jî heman fedakarî, hesasiyet û nêrîna aştiyane û wekhev bê domandin û heftiya teşkîlata zabiteyan careke din pîroz kir.
