Hevşaredar Bucakê li Taxa Barişê serdana esnafan kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li taxa Barişê ya navçeya Peyasê bi esnaf û welatiyan re hevdîtinek pêk anî û derbarê jiyana bajêr û xizmetên herêmî de daxwaz û pêşniyar guhdar kirin.
Di çarçoveya vê serdanê de ku bi organîzasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Hevserokê Navçeya Peyasê Cengîz Dundar, Hevserokê Navçeya Peyasê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Mehmet Yeşîlbaş û endamên meclisê re li Kolana 1033’yemîn a Taxa Barişê ya navçeya Peyasê serdana esnafan kir.
Hevşaredar Bucak, kargehên li serê kolanê yek bi yek ziyaret kir û bi esnaf û welatiyan re axivî, derbarê jiyana bajêr û xizmetên herêmî de daxwaz, pêşniyar û pirsgirêk guhdar kirin.
Welatiyan pêdiviyên taxê anîn ziman
Welatiyên ku di dema serdanê de pêdiviyên taxê gihandin Hevşaredar Bucak; daxwaza çêkirina parkên nû li taxê, ji nû ve sazkirina seferên otobûsan ên ku dê veguhestinê rehet bikin, zêdekirina xizmetên paqijiyê yên rûtîn, çêkirina kendalên (kasis) ku dê ewlehiya peyayan li ser rêya sereke zêde bikin û nûkirina kevirên parkeyê yên kilît ên ku xera bûne kirin.
Daxwaz hatin qeydkirin
Hevşaredar Bucak, hemû daxwazên ku ji aliyê esnaf û welatiyan ve hatine vegotin tomar kir û diyar kir ku di çarçoveya rêbaza şaredariyeke beşdar û gelparêz de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hatine ragihandin di demeke kin de dê plansaziyên pêwîst bên kirin.
