Hevşaredar Bucak beşdarî meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bû
Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi wesileya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê beşdarî meşa ku hatibû organîzekirin bû.
Ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve, ji ber 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji ber AVM’a NCTY’yê ya li navçeya Rezanê dest pê kir, heta ber AZC Plazaya li Taxa Ofîsê berdewam kir.
Ji bo meşê Hevseroka Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevseroka Giştî ya Partiya Siyasî ya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, hevserokên şaredariyên navçeyan, parlamenter, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatî beşdar bûn.
Li dawiya meşê li ber AZC Plazayê daxuyaniyek hat dayîn, bal kişandin ser girîngiya aştiyê û hat diyarkirin ku civak di her qadê de vê yekê tîne ziman.
