Hevşaredar Bucak beşdarî serxweşîya Mehdî Zana bû
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevî Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, serdana mala şînê ya ji bo Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana kir.
Ji bo Mehdî Zana yê ku di navbera salên 1977–1980î de serokatiya Şaredariya Amedê kiribû û ji ber nexweşiya KOAHê di nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin de jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Licêyiyan sersaxî tên qebûlkirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevî Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Tuncer Bakirhan, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl serdana mala tazîyê kir.
Di serdanê de ji malbata Zana re daxwaza sersaxiyê hat ragihandin û bal hat kişandin ser wê mirasa ku Mehdî Zana di bîra bajarê Amedê û dîroka rêveberiyên herêmî de hiştiye.
Bakirhan: Mehdî Zana berxwedan û sekneke qewîm e
Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan ku di sersaxiyê de axivî, xemgîniya xwe ya ji ber koçkirina Mehdî Zana anî ziman û diyar kir ku wan nirxekî gelekî mezin winda kiriye.
Bakirhan destnîşan kir ku Mehdî Zana ne tenê serokê şaredariyê yê serdemeke borî bû, di heman demê de temsîla berxwedanê û sekneke xurt dikir. Wî da zanîn ku Zana di serdemên herî dijwar û zehmet de bi feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk xizmetên şaredariyê meşandine û di dîroka rêveberiyên herêmî ya Tirkiyeyê de bûye navekî nimûne.
Bakirhan diyar kir ku Mehdî Zana tevî berxwedan û sekna xwe ya di Serdema Zindana Amedê ya 12ê Îlonê de, bi xizmetên xwe yên di rêveberiyên herêmî de jî mirasake girîng hiştiye. Bakirhan anî ziman ku Zana di dirêjahiya jiyana xwe de xwedî li ziman, nasname û kultura xwe derketiye û nirxekî girîng afirandiye; ji gelê kurd, malbata Zana û ji hemû hezkiriyên Mehdî Zana re daxwaza serxweşîyê kir.
