Hevşaredar Bucak bi esnafên Hala Kevn re civiya: Em dixwazin di nav lihevtêgehiştinê de çareseriyê hilberînin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi esnafên Hala Kevn re hat cem hev û rewşa fîzîkî ya qadê û pêşniyazên çareseriyê nîqaş kirin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku avahî bi dîroka xwe ya 64 salan re êdî temenê xwe tije kiriye, û pêşniyaz kir ku bi esnafan re di nav lihevtêgehiştinê de desteseriyeke giştî bê kirin û ev qad bibe cihê ku ji bo xêra welatiyan bê bikaranîn.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak; bi Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Nû Şevîn Tural û Şaban Eser, endamên Meclisa DBB'yê, Hevserokê Navçeya Bajarê Nû ya DEM Partiyê Vedat Guleç, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBB'yê Muhabbet Erdogmuş, Alîkarên Hevserokên Şaredariya Bajarê Nû Heval Demîralp û Ziya Gokalp û serokên daireyan re çû serdana esnafên Hala Kevn a li navçeya Bajarê Nû û bi wan re hevdîtinek pêk anî.
Di civîna ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re hat lidarxistin de, rewşa niha ya kargehên li Hala Kevn ku di borî de di jiyana bazirganî ya Amedê de xwedî cihekî girîng bû lê temenê xwe tije kiriye hat nirxandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşniyaz hatin ziman.
Esnafan daxwazên xwe anîn ziman
Esnafên halê ku di serdanê de axivîn, daxwazên xwe yên hilweşandin û nûjenkirinê anîn ziman û diyar kirin ku ev qad ji mêj ve bê xwedî û bê xudan maye. Esnafan diyar kirin ku ew ji projeyên ku di dema qeyûman de hatine sepandin ewle nîn in û daxwaz kirin ku pirsgirêkên milkûyetê di zûtirîn demê de bên çareserkirin û pêvajoyeke adil bê meşandin.
Esnafan da zanîn ku herêm 25 sal in di rewşeke bêfonksiyon de hatiye hiştin û welatî ji kirîna tiştan direvin; wan tekez kir ku di pêvajoya hilweşandineke gengaz de divê 300 esnaf û bi sedan kesên ku debara xwe bi van dikanan dikin nebin mexdûr.
Hevserokê Navçeya DEM Partiyê Vedat Guleç di civînê de axivî û diyar kir ku ew ê piştî guhdarkirina esnaf û gel, bi hev re çareseriyê hilberînin.
Hevşaredar Bucak: Avahiyên li vir temenê xwe tije kirine
Hevşaredar Bucak ku guh da daxwaz û fikarên esnafan, anî ziman ku ev qad hem ji bo bajar hem jî ji bo rêveberiya herêmî hêja ye. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên kronîk ên bajêr ku bi salan e didomin, ew kanalên diyalogê vekirî digirin.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku dîroka avahiyan 64 sal e û di vê demê de lênêrîn, tamîrat an jî xurtkirina pêwîst nehatiye kirin û destnîşan kir ku avahî ji aliyê teknîkî ve êdî temenê xwe tije kirine. Hevşaredar Bucak diyar kir ku di gavên ku ji bo bajêr bêne avêtin de ew ji mexdûriyetên berê agahdar in, bal kişand ser planên îmarê yên di dema qeyûm de hatine amadekirin û ragihand ku ev qad ji sala 2022'an û vir ve di tomarên îmarê de wekî park û qada keskeşîn cih digire.
‘Em lihevtêgehiştinê dixin bingeha xwe’
Hevşaredar Bucak tekez kir ku ew wekî şaredarî karekî ku esnafan li ber çav negire nakin û lihevtêgehiştinê dixin bingeha xwe. Bucakê diyar kir ku di rewşa pejirandina xwediyên milk de, ew pêşniyaz dikin ku qad bête desteserkirin û hilweşandin; li cihê wê qada keskeşîn, parkkirina wesayîtan (otopark), rawestgeha mînîbûsan û eksên veguhastinê yên ku dê herêma Sûrê rehet bikin bêne çêkirin. Hevşaredar Bucak da zanîn ku ew berjewendiya giştî di rêza yekem de digirin û got ku pirsgirêkên lezgîn ên mîna paqijiyê jî dê di zûtirîn demê de bêne çareserkirin.
‘Bi vê rewşê domdar nabe’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew dîtin û pêşniyazên esnafan girîng dibînin û got ku ti qada ku li bajêr wekî park û qada keskeşîn hatibe amadekirin ji rant an jî gendeliyê re nabe pawan û li gorî qanûnên têkildar di qadên keskeşîn de avakirina avahiyan ne gengaz e. Hevşaredar Bucak diyar kir ku wan pêşniyaz û nirxandinên esnafan wergirtine, destnîşan kir ku Hala Kevn bi rewşa xwe ya niha re domdar nîne û esnaf nikarin bi qasî pêwîst bazirganiyê bikin. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ji bo vê yekê wan xwestiye hîn bibin ka pêşniyazeke din a esnafan heye an na û ji bo wergirtina dîtinên wan hatine cem hev.
