Hevşaredar Bucak serkeftina Amedsporê ya 2-1ê ji trîbûnê temaşe kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di hefteya 3yan a Super Lîgê de maça Amedspor-Trabzonsporê ya ku li Amedê hat lîstin, li stadyumê temaşe kir. Amedsporê bi piştgiriya alîgirên xwe, maç 2-1 bir û puana xwe ya di lîgê de derxist 6an.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren, Waliyê Amedê Murat Zorluoglu û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, maça di hefteya 3yan a Super Lîgê de di navbera Amedspor û Trabzonsporê de li Stadyuma Amedê hat lîstin, ji trîbûnê ve teqîb kirin.
Di maçê de ku alîgiran eleqeyeke mezin nîşan dan, Amedspor li hemberî Trabzonsporê bi serkeftina 2-1ê ji qadê veqetiya. Amedsporê di hefteya yekem a lîgê de Erzurumspor 3-0 têk biribû, di hefteya duyem de jî ji deplasmana Kocaelisporê bi têkçûna 2-0î vegeriyabû; bi serkeftina Trabzonsporê re cara duyemîn gihîşt 3 puanan.
Amedsporê bi vê encamê puana xwe ya di lîgê de derxist 6an û têkoşîna xwe ya di Super Lîgê de domand.
Raqîbê paşê Kasimpaşa ye
Amedspor di hefteya 4an a Super Lîgê de dê bibe mêvanê Stenbolê. Amedspor dê di 6ê Îlonê roja Yekşemê saet di 17.00an de li hemberî Kasimpaşayê bilîze. Têkoşîn dê li Stadyuma Recep Tayyip Erdogan a li Stenbolê bê lîstin.
