Hevşaredar Bucak: Bikaranîna Kurdî di qada tenduristiyê de pêngaveke girîng e
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku tevî çalakiya danasîna pirtûka Anamneza Giştî ya ku bi Kurmancî û Zazakî hatiye amadekirin bû, diyar kir ku ji bo zimanekî bikaribe zindî bimîne û pêş bikeve divê di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û got, "Anamneza Giştî, ji bo bikaranîna Kurdî di qada tenduristiyê de pêngaveke girîng û bi qîmet e."
Pirtûka Anamneza Giştî ya ku ji aliyê Odeya Tabîban a Amedê ve bi Kurmancî û Zazakî hatibû amadekirin, bi çalakiyeke ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat hate nasandin. Di çalakiyê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokên Berê yên Bajarê Mezin Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, Endamê Konseya Navendî ya TTB'yê Dr. Mehmet Şerif Demir, Endamên Meclîsa DBB'yê, hevserokên şaredariyan ên navçeyan, serokên daîreyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên ku di qadên ziman û tenduristiyê de dixebitin amade bûn.
Vekirina çalakiyê ji aliyê Serokê Odeya Tabîban a Amedê Veysî Ulgen ve hate kirin, edîtorên pirtûkê Elif Turan, Azad Zal û Haci Ozkal der barê pêvajoya amadekarina berhemê û girîngiya wê ya di qada tenduristiyê de axivîn.
'Famkirina serpêhatiya nexweşiyê ji sedî 70yê dermankirinê ye'
Edîtoran bal kişandin ser wê yekê ku divê serpêhatiya nexweşiyê bi awayekî rast bê famkirin û destnîşan kirin ku anamnez ji sedî 70yê dermankirinê pêk tîne û ji ber vê yekê têkiliya nexweş û bijîşk girîng e. Edîtoran bal kişandin ser wê yekê ku dema astengiya ziman hebe têkiliyeke rast nikare bê danîn û amaje pê kirin ku ev pirtûk dê bibe rêberek ku bersivê dide xebatên li qadê û dê di navbera nexweş û bijîşk de bibe pire.
Edîtoran anîn ziman ku ew armanc dikin bi pirtûkê re çavkaniyeke zanistî û standard pêşkêş bikin û diyar kirin ku ew armanc dikin di pêvajoya pêş de ferhengeke dewlemend a tibbî qezencî qada tenduristiyê bikin.
Mizrakli: Pir bi qîmet e ku duzimanî be
Selçuk Mizrakli jî diyar kir ku ji bo her bijîşkî pir girîng e ku bi zimanê dayikê yê nexweş re têkiliyê deyne û got, "Ger em pirtûkekê bi taybetmendiyeke bi jêhatîtir derdixin holê, nebûna Zazakî dê bûba kêmasiyeke mezin, duzimanîbûna wê pir bi qîmet bû. Em dîrokê dinivîsînin, bijîşkên Amedê dîrokê dinivîsînin, hevalên me bi mînakên xwe li holê datînin ku em di dema xwe de dîrokê dijîn."
Hevşaredar Bucak: Ziman, dema dikeve hemû qadên jiyanê xurt dibe û pêş dikeve
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî behsa zextên dîrokî yên li ser zimanê kurdî kir û destnîşan kir ku rêveberiyên xwecihî dê xebatên xwe yên di qada ziman, wêje, huner û termînolojiya şaredariyê de bênavber bidomînin. Hevşaredar Bucak wiha axivî:
"Îro em ne tenê ji bo danasîna pirtûkekê li vir kom bûne. 'Anamneza Giştî', ji bo bikaranîna Kurdî di qada tenduristiyê de pêngaveke girîng û bi qîmet e. Parastina zimanekî ne tenê bi axaftina rojane, bi stranan, bi helbestan û bi wêjeyê mimkûn e. Ji bo ku zimanek bikaribe zindî bimîne, pêş bikeve û bigihîje nifşên nû; divê ew ziman di perwerde, tenduristî, zanist, dad û xizmetên giştî de jî bê bikaranîn."
Têkiliya di navbera nexweş û bijîşk de beşek ji gihîştina xizmeta tenduristiyê ya wekhev e
"Qada tenduristiyê di vî warî de xwedî giraniyekî taybet e. Weke ku hûn dizin mirov; êşa xwe, nexweşiya xwe û tiştên jiyayî bi herî baş bi zimanê xwe tîne ziman. Têkiliya di navbera nexweş û bijîşk de ne tenê mijareke zimanî ye. Ev di heman demê de beşek ji mafê gihîştina xizmeta tenduristiyê ya bi qalîte û wekhev e. Ji ber vê yekê, pêşxistina termînolojiya tibbî ya kurdî; amadekirina çavkaniyên ku bijîşk û kedkarên tenduristiyê bikaribin bi kar bînin girîngiyeke mezin digire ser xwe. Ev rewş rê li ber bikaranîna Kurdî di qadên zanistî û pîşeyî de jî vedike. Em weke rêveberiyên xwecihî dixwazin ku Kurdî ne tenê li malê û di jiyana rojane de; di qadên giştî, sazûmanî, zanistî û pîşeyî de hem zindî û hem xebatkar be. Ziman, dema dikeve hemû qadên jiyanê xurt dibe û pêş dikeve."
Ziman, bi qasî ku tê bikaranîn dijî
"Ji ber van hemû sedeman 'Anamneza Giştî' ji bo me ne tenê pirtûkek e. Pêngaveke ji bo zêdetir bikaranîna Kurdî di qada tenduristiyê de ye û zeviyek e ji bo xebatên paşerojê. Ji ber vê xebata bi qîmet ez Odeya Tabîban a Amedê, bijîjkan, pisporên ziman û her kesê ku ked dane vê pirtûkê pîroz dikim, sipasiya wan dikim. Ez hêvî dikim ku ev xebat; bibe destpêka xebatên weke ferhengên tibbî, materyalên perwerdehiyê, lêkolîn û weşanên nû. Ji ber ku em dizanin: Ziman; bi qasî ku tê bikaranîn dijî, bi qasî ku tê hilberandin û ragihandin dewlemend dibe, paşeroja xwe ava dike."
Girîngiya zimanê dayikê di xizmetên tenduristiyê de
Bernameya ku tê de bal kişandin ser girîngiya bikaranîna zimanê dayikê di xizmetên tenduristiyê de, bi nirxandin û axaftinên beşdaran re bi dawî bû.
