Hevşaredaran piştgiriya welatiyên nobeda GESê kirin
Hevserokên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, beşdarî çalakiya nobetê ya ku li dijî Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku tê xwestin li Taxa Eşmê ya navçeya Pasûrê bê çêkirin bûn û piştgiriya welatiyan kirin. Hevşaredarû heyeta pê re piştî nobetê li qada ku hat plankirin GES lê bê çêkirin lêkolîn kirin.
Welatiyên ku diyar kirin projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku tê xwestin li ser qarexeke bi qasî 300 donûmî li Taxa Eşmê ya Pasûra Amedê bê çêkirin qadên wan ên jiyanê tehdît dike, ji bo projeyê 47 roj in nobetê digirin. Ji bilî Hevşaredar Serra Bucak û Emîn Ay, rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclisê, serokên daîreyan û gelek welatî piştgiriya çalakiya nobetê kirin.
Hevşaredar Bucak: Em ê destûrê nedin ku ev xebat bidome
Hevşaredar Serra Bucak bi silavkirina kesên li qada nobetê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku şîrket bi taybetî li Pasûrê hewl didin karên neheq bikin. Hevşaerdar Bucak diyar kir ku herêm xwedî sirûşteke bêhempa ye û di nava xwe de hewzeke avê dihewîne û wiha axivî: “Em li dijî van xebatan in ku tê xwestin werin kirin. Em ê destûrê nedin ku ev xebat bidome. Bi rastî ne tenê li vir, niha li Vartoya Mûşê jî dixwazin RESê (Santrala Enerjiya Ba) çêbikin.”
Rapora ÇEDê hate rexnekirin
Hevşaredar Bucak têkildarî pêvajoya amadekirina raporên ÇEDê Wezaret rexne kir û got ku rapor rastiyê nîşan nadin û bi vî rengî amadekirina wan nayê qebûlkirin.
'Herêm bê xwedî nîn e'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku herêm ne bêxwedî ye; rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî, tevgera ekolojiyê, rêxistinên civaka sivik û saziyên li vir in, divê bên cem hev û mijar bê nîqaşkirin. Bucak got, “Dema ku em nizanin ev şîrket li vir dixwaze çi ava bike, çi tine bike; em nikarin li dijî vê jî têkoşînê bikin” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Koka me li vir e, rehên we li vir in. Divê derbarê xerckirina sererd û binerd a vir de agahiyên me hebin. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re li dijî vê projeyê piştgiriyê bidin we.”
'Enerjiya ku mirov ji qada jiyanê dike nabe enerjiya paqij'
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî têkildarî projeyê nirxandin kirin û wiha axivî: “Ji van projeyan re dibêjin ‘Enerjiya Kesk’, ‘Enerjiya Paqij’. Tu enerjiya ku mirovan ji qada wan a jiyanê, ji qada wan a xwezayî û ji axa wan dike, nabe enerjiya kesk û enerjiya paqij. Ev guhertoyeke polîtîkaya koçberkirinê ya salên 90î ye. Em ê bi hev re têkoşîna li dijî vê bidin.”
Welatî dê nobeta xwe bidomînin
Welatiyên ku li herêmê dijîn jî diyar kirin ku projeya GESê ya ku tê plankirin were avakirin rasterast qadên niştecihbûnê û jiyanê tehdît dike, heke proje pêk were dê xwezayî û hewzên avê zirarê bibînin û hevsengiya ekolojîk xera bibe û destnîşan kirin ku ew ê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.
Lêkolîn li qada GESê
Piştî axaftinan Hevşaredar Serra Bucak û Emîn Ay û heyeta pê re li qada ku hat plankirin Santrala Enerjiya Rojê (GES) lê bê çêkirin lêkolîn kirin.
