Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Hatun çû serdana xebatkarê qezakirî

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, xebatkarên şaredariyê û welatiyên qezaya trafîkê kirî ziyaret kir. Xebatkarê Beşa Koordînasyona Lêgerîna Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Mehmet Can Kiliç ê ku li ser rêya Amed-Gêlê dema asfalt hildigirt bi kamyoneke din a ku ji rêya duyem

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, xebatkarên şaredariyê û welatiyên qezaya trafîkê kirî ziyaret kir.

Xebatkarê Beşa Koordînasyona Lêgerîna Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Mehmet Can Kiliç ê ku li ser rêya Amed-Gêlê dema asfalt hildigirt bi kamyoneke din a ku ji rêya duyemîn derdiket, qeza kir û gelek cihên laşê wî şikestin, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girtin bin prosesa dermankirinê.

Hevşaredar Dogan Hatun li nexweşxaneyê serdana Kilinç kir û daxwaza silametiyê lê kir. Hatun demekê bi malbata karmend re hevdîtin kir û diyar kir ku heta pêvajoya tedawiyê neqede û venegere ser karê xwe ew ê Kilinç tenê nehêlin.

Bi xizmên nexweş re hevdîtin pêk anî

Hevşaredar Dogan Hatun piştre bi welatiyên ji Amed û navçeyên derdorê yên li baxçeyê nexweşxaneyê li benda xizmên xwe bûn re hat cem hev û ji bo wan şîfa û silametî xwest.

Her wiha serdana Çaçalê ku di qezayê de birîndar bûbû jî kir

Hevşaredar Hatun piştî serdana nexweşxaneyê çû serdana Mehmet Çaçal û malbata wî ku li taxa Kaya ya navçeya Gêlê dijîn û di qezayê de bi sivikî birîndar bûye.

Di serdana Hevserok Hatun de ligel wî, endamên meclîsê û rêveberên desteyan jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan