Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserok Hatun saxtiya yekîneyan kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi armanca plansaziya bajarekî hêşîn, estetîk û paqijtir, Midûriyeta Parq û Baxçe û Parastin û Kontrola Jîngehê seh kir. Hevşaredar Dogan Hatun, ji bo bajarekî pak û pêkhatîtir ava bike û xebatên têkildarî bajêr bên plankirin, lêkolînên xwe yên

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi armanca plansaziya bajarekî hêşîn, estetîk û paqijtir, Midûriyeta Parq û Baxçe û Parastin û Kontrola Jîngehê seh kir.

Hevşaredar Dogan Hatun, ji bo bajarekî pak û pêkhatîtir ava bike û xebatên têkildarî bajêr bên plankirin, lêkolînên xwe yên li yekîneyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin didomîne.

Hatun serdana Daîreyên Kontrola Park û Baxçeyan û Parastina Jîngehê kir û bi serokên daîreyan û rêveberên yekîneyên pêwendîdar re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Hatun ku der barê avahî û xebatên yekîneyan de agahî girt, der barê xebatên lezgîn ên di demeke kin de bên kirin û projeyên ku di dema navîn û demdirêj de bên bicihanîn de agahî standin û nêrînên xwe derpêş kirin.

Hevserok bi xebatkaran re hevdîtin kir

Piştî hevdîtina bi Desteya Kontrola Park û Baxçeyan û Parastina Jîngehê re, Hevserok Hatûn bi xebatkaran re rûnişt. Hevşaredar Hatûn ku li pêşniyarên çareseriyê yên karmendan guhdarî kir, xwest xebatên li bajêr bên meşandin leztir bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan