Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevserokan li şanoya "Qral û Travîs" temaşe kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li lîstika şanoya kurdî ya bi navê "Qral û Travîs" temaşe kir. 9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku di 18ê Nîsanê de dest pê kir, bi şano, hevpeyvîn û çalakiyên din li cihên cuda dewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Salona Şanoya

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li lîstika şanoya kurdî ya bi navê "Qral û Travîs" temaşe kir.

9emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku di 18ê Nîsanê de dest pê kir, bi şano, hevpeyvîn û çalakiyên din li cihên cuda dewam dike.

Di çarçoveya mîhrîcanê de li Salona Şanoyan a Çanda Amedê şanoya Koma Şano ya Batman Şano Ar a bi navê Qral û Travîs hat pêşandan.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun bi welatiyan re li lîstika ku eleqeyeke mezin dît, temaşe kir.

Hevserokan piştî lîstikê lîstikvan pîroz kirin û ji wan re serkeftin xwest.

Hevşaredar Dogan Hatun di axaftina xwe de spasiya kesên ked dane festîvalê kir.

Hatun got, "Me soz daye. Heta em li vir bin, em ê xwedî li ziman, çand, huner û şanoya xwe derkevin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan