Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Licê Atolyeya Hunerê ya Zarokan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Licê ji bo zarokan çalakiya atolyeya muzîk û resimê li dar xist. Li navçeya Licê ya Amedê ji bo eleqeya zarokan a ji hunerê re zêde bibe û potansiyela wan derkeve holê, Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, Atolyeya Hunerê ya Zarokan li dar xist. Di komx

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Licê ji bo zarokan çalakiya atolyeya muzîk û resimê li dar xist.

Li navçeya Licê ya Amedê ji bo eleqeya zarokan a ji hunerê re zêde bibe û potansiyela wan derkeve holê, Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, Atolyeya Hunerê ya Zarokan li dar xist.

Di komxebata ku bi hevkariya Navenda Ma Muzîkê hat lidarxistin de, mamoste bi erbane û stranên ku bala zarokan bikişîne serdana taxên navenda navçeyê kir û zarok kom kirin.

Mamosteyan bi zarokan re atolye li dar xist, stran gotin, li enstrumanan xistin û wêne kişandin. Zarok û dêbavên wan di çalakiyê de kêfxweşiyek mezin dîtin.

Dêbavên zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku bi vê çalakiyê zarokan rojeke cuda û xweş derbas kir.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî dê li deverên cuda yên bajêr ji bo zarokan atolyeyên hunerî yên zarokan organîze bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan