Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Lijneya ÎGS’ê civîna xwe ya dawiya salê li dar xist

Lijneya Koordînasyona Tenduristî û Ewlehiya Kar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna xwe ya dawî ya sala 2024an li dar xist. Lijneya ku di sala 2016an de wek Lijneya Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎGS) hat avakirin, lê di sala 2020an da wek Lijneya Koordînasyona ÎGS ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed

Lijneya Koordînasyona Tenduristî û Ewlehiya Kar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna xwe ya dawî ya sala 2024an li dar xist.

Lijneya ku di sala 2016an de wek Lijneya Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎGS) hat avakirin, lê di sala 2020an da wek Lijneya Koordînasyona ÎGS ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat guherandin, civîna xwe ya dawîn a salane li dar xist. Di civîna ku li avahiya teniştê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk wek nûnerê kardêr û Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên daîreyan, rêveberên şaxan û nûnerên Personel A.Ş’yê beşdar bûn.

Di civîna ku der barê Rêbernameya Navxweyî ya Tenduristî û Ewlehiya Kar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de agahî hatin dayîn, ji başkirina rewşa fizîkî ya avahiyê û dirêjkirina wê bigire heta kontrolkirina malzeme û alavên ku di kargehê de tên bikaranîn, ji bicîbûna karmendan gelek mijar hatin nirxandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan