Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hefteya Agirkujiyê bi çalakiyekê hat pîrozkirin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî çalakiya ku ji bo Hefteya Agirkujiyê hatibû lidarxistin bû û bal kişand ser girîngiya Agirkujiyê. Serokatiya Beşa Agirkujiyê, ji ber Hefteya Agirkujiyê ku di navbera 25'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de tê pîrozkirin, li Koma Kayapinar

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî çalakiya ku ji bo Hefteya Agirkujiyê hatibû lidarxistin bû û bal kişand ser girîngiya Agirkujiyê.

Serokatiya Beşa Agirkujiyê, ji ber Hefteya Agirkujiyê ku di navbera 25'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de tê pîrozkirin, li Koma Kayapinarê çalakiyek li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û serokên beşan û 150 agirkuj beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de agirkujan nîşandariyên wekî ji erebeya bi derenceyî xwe avêtin, hilkişîn û midaxeleya agir pêk anîn.

Hevşaredar Hatun ku çalakî temaşe kir, Hefteya Agirkujiyê li karmendên agirkujiyê pîroz kir. Hevşaredar Hatun ji berpirsên yekîneyan agahî li ser xebatên Serokatiya Beşa Agirkujiyê wergirt û bal kişand ser girîngiya Agirkujiyê. Hatun bîr anî ku Agirkujî ne tenê li dijî agir têdikoşin, her wiha di karesatan, lêgerîn û rizgarkirinê de jî kar dikin. Wî yekîneyên têkildar erkdar kirin da ku Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi temamkirina kêmasiyên wesayît û karmendan bê amadekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan