Li Pasûrê wesayita ketî hewza avdanê bi xebata 2 saetan hat xilaskirin
Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wesayîta ku li navçeya Pasûrê di encama qezayekê de ketibû hewza avdanê, derxistin û bi serkeftin teslîmî xwediyê wê kirin. Bûyer li gundê Şêxbûbana navçeya Pasûrê pêk hat. Ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir, wesayît ji kontr
Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wesayîta ku li navçeya Pasûrê di encama qezayekê de ketibû hewza avdanê, derxistin û bi serkeftin teslîmî xwediyê wê kirin.
Bûyer li gundê Şêxbûbana navçeya Pasûrê pêk hat. Ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir, wesayît ji kontrolê derket û kete hewza avdanê. Dema ku ajokar ji qezayê sax filitî, wesayît bi temamî di bin avê de ma. Ekîbên noqer ên Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li ser îxbarê bi lez û bez tevbigerin, ji bo midaxeleyî rewşê bikin hatin herêmê.
Piştî xebateke berfireh a ku bi qasî 2 saetan dom kir, bi kordîneya ekîbên noqê yên Şaredariya Bajarê Mezin û ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Şaredariya Pasûrê, wesayît ji kûrahiya hewzê hat derxistin û radestî xwediyê wê hat kirin.
