Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran serdana îtfaiyeyê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn serdana Îtfaiyeyê û der barê xebatê de agahî girtin. Dezgeha Agirkujiyê bi hêzkirina filoya xwe berdewam e da ku bileztir û bi bandortir bersivê bide şewatên gengaz ên li bajêr. Di vê çarçoveyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun çûn serdana Îtfaiyeyê û der barê xebatê de agahî girtin.

Dezgeha Agirkujiyê bi hêzkirina filoya xwe berdewam e da ku bileztir û bi bandortir bersivê bide şewatên gengaz ên li bajêr. Di vê çarçoveyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun Koma Agirkujiyê ya Kayapinarê ziyaret kirin û der barê alavên teknîkî û xebata wesayîtên ku nû kirîn de agahî girtin.

Di serdanê de Hevşaredar bi xebatkarên îtfaiyeyê re jî civiyan û ji ber keda wan a fedakar spasiya wan kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Di serdanê de Alîkarên Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Reşat Bakan, Azîz Ozdogan, Serokê Îtfaiyeyê Metîn Alar û endamên meclîsê bi Hevşaredaran re bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan