Îtfaiyê kûçikê ketî têlan rizgar kir
Serokatîya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Uçkuyular a bi ser navçeya Yenîşehrê kûçikê di têlên rêsayî de asê bûyî, xilas kir.
Li Taxa Uçkuyular a bi ser navçeya Yenîşehrê, kûçikek di nav têlên rêsayî de asê dimîne, li ser vê ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li ser agahiya welatiyan diçin cihê bûyerê. Ekîb, têlê dibirin û kûçikê asêbûyî rizgar dikin.
Ekîbên bi ser Îtfaiyê, da zanîn ku tu zirar negihîştiye kûçikî û wan xwarin dayê. Ekîbên îtfaiyê, ji bo tu sewalên din nekevin vê têlê û tê re asê nebin, valahiyên nav têlê dagirtin.
