Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li Japonyayê beşdarî perwerdehiya hewarçûna di karesatan bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî "Bernameya Perwerdehiya Hewarçûna Di Afetan û Plansaziya Ji Nûve Avakirinê" ya ku li Japonyayê di çarçoveya "Projeya Pêşxistina Kapasîteya Kêmkirina Rîska Afatan û Birêvebirina Bermahiyê ya Herêmî" de hat lidarxistin bû. Midûrê Şaxa Nexşe û Desthilatdariyê yê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî "Bernameya Perwerdehiya Hewarçûna Di Afetan û Plansaziya Ji Nûve Avakirinê" ya ku li Japonyayê di çarçoveya "Projeya Pêşxistina Kapasîteya Kêmkirina Rîska Afatan û Birêvebirina Bermahiyê ya Herêmî" de hat lidarxistin bû.

Midûrê Şaxa Nexşe û Desthilatdariyê yê Daîreya Plansazkirin û Bajarvaniyê Baran Ozkeskin, beşdarî perwerdeyên ku di çarçoveya "Projeya Pêşvebirina Kapasîteya Kêmkirina Rîska Afata Herêmî û Birêvebirina Bermahiyê" ya ku li Japonyayê ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve û Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê ve hate amadekirin, bû.

Di çarçoveya perwerdehiya ku dê di navbera 7-18ê Kanûnê de berdewam bike de, bajarên Japonyayê yên li ber felaketan ketine tên ziyaretkirin, tedbîrên ku piştî karesatê hatine girtin û rêziknameyên ku hatine kirin, tên dîtin.

Armanca serdanê pêşxistina hevkariya navneteweyî û bidestxistina perspektîfê ji bo adaptekirina mînakên Japonî li Amedê ye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan