Ji bo Mehdî Zana li ber DBB’ê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo yek ji serokên berê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehdî Zana, li ber avahiya xizmetê ya sereke ya şaredariyê merasîmek hat lidarxistin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak bala kişand ser mîrata ku Zana di hafizaya bajêr û dîroka rêveberiyên herêmî de hiştiye û got, “Mîrata ku Mehdî Zana hiştiye ne tenê ya raboriyê ye, di heman demê de ya îro ye jî. Amed wê te ji bîr neke.”
Mehdî Zana yê ku di navbera salên 1977–1980’an de peywira Serokatiya Şaredariya Amedê dimeşand û ji ber nexweşiya KOAH’ê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîmek ji bo wî pêk hat.
Tevî Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak; hevjîna Zana Leyla Zana û malbata Zana, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) Ayşegul Dogan, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, Hevberdevkên Meclisa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn, endamên meclisê, Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerin Turk, Ozlem Tekin, Muhabbet Erdogmuş û Azîz Ozdogan, serokên daîreyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl, malbata Zana û gelek welatî beşdarî vê merasîmê bûn.
Di merasîmê de cihê Mehdî Zana di hafizaya bajarê Amedê de, jiyana wî ya têkoşînê û şopên ku di dîroka rêveberiyên herêmî de hiştine hatin vegotin. Di merasîmê de ku kêliyên hestiyar lê hatin jiyîn, Hevşaredar Bucak sersaxî da malbata Zana, gelê Amedê û gelê kurd.
‘Di dîroka nêzîk a Amedê de navê ku bi bajêr re bûbû yek’
Hevşaredar Bucak di merasimê de axivî û diyar kir ku hin mirov ne tenê şahidên serdemekê ne, di heman demê de bi hafizaya wê serdemê, bajar û erdnîgariyê re dibin yek û got ku Mehdî Zana di dîroka nêzîk a Amedê de xwedî cihekî wiha bû.
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku Zana di sala 1977’an de bi îradeya gel wek Serokê Şaredariya Amedê hatibû hilbijartin û wiha axivî: “Mehdî Zana ne tenê peywireke serokatiya şaredariyê girt ser milê xwe. Wî gotin, nasname, daxwaz û rûmeta bajarekî veguhast navenda rêveberiya herêmî. Di serdemekê de ku berdêlên wê gelek giran bûn berekariyeke mezin girt ser milê xwe û di hilbijartinê de ku wek namzetê serbixwe tevlê bû hat hilbijartin.”
‘Pêwendiya ku bi gelê xwe re çêkiribû tu carî ji holê ranebû’
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku Mehdî Zana piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ji peywirê hatibû girtin, hatibû zindanîkirin û bi salan li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê mabû; tevî van hemû zextan jî pêwendiya Zana ya bi gelê xwe re tu carî ji holê ranebû.
Hevşaredar Bucak anî zimên ku jiyana Zana neynika birînên di dîroka demokrasiyê ya Tirkiyeyê de û ya têkoşîna gelê kurd e û got, “Ev serdem di nav salên ku îradeya hilbijartiyan dihat tunehesibandin; ziman, nasname û hebûna siyasî ya gelê kurd dihat înkarkirin de derbas bû. Tevî vê yekê jî wî hêvî û baweriya xwe ya têkoşînê her dem parast.”
‘Mîrata ku hiştiye ya îro ye jî’
Hevşaredar Bucak da zanîn ku li pişt gotina demokrasiya herêmî, beşdarbûna gel a Rêveberiyê û şekilgirtina rêveberiya bajêr a bi îradeya gel a li Amedê dîrokeke têkoşînê ya ku berdêlên giran hatine heye û diyar kir ku Zana yek ji aktortên girîng ên vê dîrokê ye.
Hevşaredar Bucak bala kişand ser wateya ku merasima bîranînê li ber avahiya şaredariyê pêk tê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo me avahiyên şaredariyê ne tenê avahiyên xizmetê ne; di heman demê de cihên ku hafizaya bajêr tê de tê pêş in. Mîrata ku Mehdî Zana hiştiye ne tenê ya raboriyê ye, di heman demê de ya îro ye jî. Ev mîrat ji me re dîsa bi bîr dixe ku hilbijartîbûn ne tenê meqamek e; xwedîderketina li îrade, rûmet, hafizaya bajêr û siyaseteke demokratîk berpirsiyariyeke dîrokî ye.”
‘Amed wê te ji bîr neke’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku Mehdî Zana di dirêjahiya jiyana xwe de berxwedêrî û hêviya xwe parastiye û wiha got: “Beriya her tiştî serê gelê Farqînê, gelê Amedê, gelê kurd û malbata wî ya hêja sax be. Em Mehdî Zana bi rêz, bi minetdarî û bi xemgîniyeke kûr bi bîr tînin. Amed wê te ji bîr neke Mehdîyê bira. Hetanî ku îradeya gel û têkoşîna azadiyê bijî, şopa ku te hiştiye jî wê bijî. Rêya te vekirî be, ruhê te şad be.”
Wê li Goristana Yenikoyê bê veşartin
Piştî axaftinan, cenazeyê Mehdî Zana ji bo nimêja cenazeyê birin Mizgefta Mezin. Hevşaredar Bucak û kesên pê re jî bi meşê derbasî Mizgefta Mezin bûn. Cenazeyê Zana wê li Goristana Yenikoyê bê veşartin. Qebûlkirina sersaxiyê jî wê li Malbata Şînê ya Liceyiyan bê kirin.
