Ji Şaredariyê pêşandana îllûzyonê bo zarokan
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta zarok jîr û jêhatî bin û xwe bi pêş bixin, di yarîgeh û krêşên zarokan ji bo 307 zaroên 4-6 salî pêşandana îllûzyonê li dar xist.
Midûrtiya Şaxa Zarokan bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên li kreş û yarîgehên zarokan perwerde dibin, nimayîşa îllûzyonê li dar xist. Mebesta vê pêşandanê ew e ku zarok xwe bi warê xeyalî de bi pêş bixin û demeke xweş derbas bikin.
Bi giştî 307 zarokên li Malên Sexbêriya Zarokan û Krêşan dimînin ji vê nimayîşê sûd wergirt û demeke şa derbas kir.
