Ji wênekarên Diyarbekirî pêşangeheke têkel
Şaredariya Bajarê Mezin, “Pêşangeha Wêneyên Têkel a Wênekarên li Diyarbekirê Dijîn” li dar dixe.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên di qada çandê û hunerê de dimeşîne piştgiriyê li hunermendan dike.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi mebesta berhemên hunermendên Diyarbekirî pêşkêşî heza hunerhezan bike dê “Pêşangeha Wêneyên Têkel a Wênekarên li Diyarbekirê Dijîn” veke.
Pêşangeha bi kuratorîya Ahmet Yurtseverê hunermendê Konservatuara Bajêr, ku tê de dê berhemên 40 wênekaran bêne pêşandan, 25’ê berfanbarê roja yekşemê saet 13:00ê li Salona Pêşangehan a Navenda Çandê û Kongreyan bête pêşandan.
Pêşangeh, heta 7’ê kanûna 2022’ê vekirî ye.
