Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Ay beşdarî daxuyaniya li dijî qetlîamên jinan bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Emîn Ay beşdarî daxuyaniyê bû ku tê de piştgiriya ji bo banga Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya ku ji bo mêran li dijî qetlîamên jinan gotibû "Bi hev re helwestê bigirin" hat ragihandin.

Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê qetlîamên jinan de daxuyaniyek hat dayîn û li bajêr banga "Bi hev re helwestê bigirin" li mêran hat kirin. Mêrên ku piştgirî dan bangê û di nava wan de hevserokê şaredariyê, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî hebûn, li ber avahiya Bajar a DEM Partiyê daxuyanî dan. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Emîn Ay jî beşdarî daxuyaniyê bû û piştgiriya xwe da banga jinan.

‘Kuştinên jinan polîtîk in’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren di daxuyaniyê de axivî, qetlîamên jinan ên ku di meha dawî de li bajêr qewimîne bîr xist û diyar kir ku jin ji aliyê kesên xwe yên nêz ve tên qetilkirin. Eren got ku jin bi salan e li kuçeyan, qadan, Meclisê, şaredariyan, malan û ciyên kar li dijî tundiya mêr têdikoşin û wiha got: “Jin bi salan e dibêjin ku kuştinên jinan polîtîk in, divê nîzama civakî ya ku vê tundiyê çêdike biguhere. Îro jî çend saet berê ji bo Ayferê hatin cem hev. Gotinên xwe gotin. Li ser tundiya mêr, serweriya mêr û berpirsiyariya me, ji me mêran re jî bang kirin. Me ew gotin bihîst. Me ew peyam girt.”

Piştî daxuyaniyê bang li gel hat kirin ku 30ê Îlonê saet di 17.00an de ji avahiya Navçeya Baglarê heta Parka Qerenfîlê beşdarî meşê bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan