Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Serdana Cejna Qurbanê ji bo kal û pîran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê kal û pîrên ku bi tena serê xwe dijîn ziyaret kir û paketên cejnê wek diyarî da wan. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kal û pîran xizmetên xwe didomîne. Dezgeha ku xizmetên wek paqijkirina malê û lênêrî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê kal û pîrên ku bi tena serê xwe dijîn ziyaret kir û paketên cejnê wek diyarî da wan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kal û pîran xizmetên xwe didomîne. Dezgeha ku xizmetên wek paqijkirina malê û lênêrîna kal û pîran dide, di Eyda Qurbanê de pîr û kal ji bîr nekir.

Daîreyê li navnîşanên ku beriya Cejna Qurbanê hatibûn diyarkirin kalên ku bi tena serê xwe dijiyan û di temînkirina hewcedariyên xwe de zehmetî dikişand ziyaret kir, sohbetek dirêj kir û pakêtên cejnê yên ku şîranî, dehf û koln tê de bûn da wan.

Demên hestiyar bûn

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran û xebatkarên Yekîneya Kal û pîran bi baldarî li kal û pîran cejn pîroz kirin. Di navbera Demirkiran û extiyaran de kêliyên hestiyar derketin. Demîrkiran, anî ziman ku kal û pîr bîranîna bajêr in û ew ê xebatên xwe bidomînin. Her wiha Demîrkiran bendewarî û pêdiviyên kal û pîran û memnûniya wan a ji xizmetên ku tên kirin pirsî. Kalan ji ber serdanê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û cejnên xwe pîroz kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan