Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu, em ê Sûka Peynîrfiroşan modernîze bikin

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, der Civîna Danasîna Sûka Peynîrfiroşan de bal kişand ku ew ê bi projeyên modrenkirinê rûkarê bajêr biguherînin û bikin dilqê bajarekî hevdem.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, serdana Sûka Peynîrfiroşan a li navçeya Sûrê kir û bi esnafan re hevdîtinek pêk anî. Walî Munîr Karaloglu di civîna danasîna Sûka Peynîrfiroşan de guhdariya derd û pirsgirêkên esnafan kir û der barê projeyên modernkirinê de axaftinek kir. Di serdanê de ligel Walî Karaloglu, Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedinoglu, Qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Midûrê Herêmê yê Weqfan Metîn Evsen, Serokê Odeya Peynîrfiroşan û endamên wê amade bûn.

‘Em lê dixebitin bajêr bikin bajarekî modern’

Walî Munîr Karaloglu diyra kir ku wan ji bo Sûka Peynîrfiroşan projeyeke modernkirinê amade kiriye û aşkere kir ku bi cihbicihbûna vê projeyê re dê rûkarê çarsûya peynîrfiroşan bête guhartin û bibe sûkeke modern û spehî di bajarê Diyarbekir de.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan