Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu: Firoşgeheke mezin li Baglarê tê avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Cadeya Sakaryayê xebata çaksaziyê daye destpêkirin, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ev xebatên çaksaziyê venêrtin û got, “Li ser Cadeya Sakaryayê li 65 apartman û 337 kargehan dê kuçeya wan bê tekûzkirin, rûyê wan bê nûkirin û dê firoşgeha herî bi prestij a Diyarbekirê lê bête avakirin.”

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Cadeya Sakarya ya li navçeya Baglarê xebatên çaksaziyê dane destpêkirin, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu serdana cihê xebatê kir û xebat venêrtin. Karaloglu, xebat seh kirin û der barê rêveçûna wê de agahî wergirtin. Ligel karaloglu, qeymaqamê Baglarê Yavuz Guner, şaredarê Baglarê Huseyin beyoglu, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û Vedat Gungor jî di serdanê de amade bûn.

Walî Karaloglu, der barê çaksaziyê de agahî dan û bal kişand ku dê li ser Cadeya Sakaryayê firoşgeheke mezin bête çêkirin û got ku ev dê bibe firoşgeha herî bi prestij a bajarê Diyarbekirê.

Walî Karaloglu, der barê xebatan de agahiyên berfireh dan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan