Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu sehbêrî li Dezgeha Parzinandina Şêlavê ya Pêşketî kir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, sehbêrîya Dezgeha Parzinandina Şêlavê ya Pêşketî ya Bîyolojîk a aydê DÎSKÎyê kir û der barê xebatan de agahî wergirtin.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, serdan û sehbêriya xwe li qadên xebatê yên Şaredariya Bajarê Mezin didomîne. DÎSKÎ, ji bo ava vexwarinê biparzine li ser çemê Dîjleyê, Dezgeha Parzinandina Şêlavê ya Pêşketî ya Bîyolojîk ava kiriye, Kararloglu serdana vê dezgehê kir û der barê xebatên wê de agahî wergirtin. Di serdanê de ligel walî Karaloglu, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, Alîkarê Midûr Selçık Gonduk û amîrên beşan jî amade bûn.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û xebatkarê rayedar, der barê kar û xebata Dezgeha Parzinandinê de agahiyên berfireh bi walî Karaloglu re parve kirin. Pişt re Kararloglu, di serdana unîteyên dergehê kir û saxtî pêk anîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan