Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu serdana Akademî Lîseyê kir

Waliyê Diyarekirê Munîr Karaloglu, serdana Akademî Lîseyê kir û bi ciwanan re rûniştinek pêk anî. Akademî Lîse ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo xwendekarên lîseyê û derçûyên lîseyê xwe ji bo zanîngehê amade bikin, ciwanan perwerde dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan de ji bo derçûyên lîseyê û xwendekarên lîseyê xwe bo zanîngehê amade bikin, Akademî Lîse vekiriye. Ciwan bi awayekî bêpere ji xizmetên vê lîseyê sûdê werdigirin û hezar û 500 ciwan tê de perwerde dibin.

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, serdana Akademî Lîseyê kir. Akademî Lîse li navçeya Sûrê ye. Di serdanê de ligel Walî Munîr Karaloglu, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên daîreyan jî amade bûn. Di serdanê de Karaloglu, behsa giringiya perwerdeyê kir, xwendekaran jî, ji ber vê xizmetê spasiya xwe pêşkêşî Walî kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan