Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kontrola klîmayên wesayitên komsiwariyê

Ekîbên Zabitaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navenda bajêr klîmayên di wesayitên veguhestina giştî de kontrol kirin. Midûriyeta Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî di hewaya germ de jî bi tenduristî û rehetî rêwîtiya xwe bikin, di wesayîtên komsiwariyê de kontrola klîmay

Ekîbên Zabitaya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navenda bajêr klîmayên di wesayitên veguhestina giştî de kontrol kirin.

Midûriyeta Zabiteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî di hewaya germ de jî bi tenduristî û rehetî rêwîtiya xwe bikin, di wesayîtên komsiwariyê de kontrola klîmayê da destpêkirin.

Şofêr hatin hişyarkirin

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Zabiteyan di kontrolên li nuqteyên cuda yên bajêr de hişyarî da şofêran da ku klîmayên xwe vekin.

Di kontrolan de her wiha hişyarî hat dayîn ku kêmasiyên wesayîtên ku li gorî rêgezên hatinûçûnê tevnagerin bên sererastkirin.

Gilîyê xwe ji "ALO 153" re bikin

Ekîbên zabiteyan ji welatiyan xwest ku pirsgirêkên ku di sewqiyata giştî de dijîn ji xeta giliyê "ALO 153" re ragihînin.

Midûriyeta Zabiteyê dê tevahiya havînê kontrolên klîmayê bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan