Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak bi Şaredara Kolnê re hevdîtin kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredara Kolnê Henriette Reker re hat cem hev û diyar kir ku dixwazin li ser xebatên jinan, avhewa û pirsgirêkên civakî xebateke hevpar pêk bînin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku beşdarî Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Her

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Şaredara Kolnê Henriette Reker re hat cem hev û diyar kir ku dixwazin li ser xebatên jinan, avhewa û pirsgirêkên civakî xebateke hevpar pêk bînin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku beşdarî Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêmên Ewropayê (CEMR) bû, li Almanyayê têkiliyên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de Bucak bi Şaredara Bajarê Mezin a Kolnê Henriette Reker re hevdîtinek pêk anî. Hevşaredar Bucak û Reker piştî civîna ji çapemeniyê re girtî li salona pêşwaziyê daxuyanî dan.

Daxwaza xebata hevpar a bi Şaredariya Kolnê re

Şaredara Kolnê Reker ji bo Amedê vexwendibû, Bucak jî diyar kir ku dixwazin bi Şaredariya Kolnê re li ser xebatên jinan, avhewa û pirsgirêkên civakî xebateke hevpar bikin. Reker geşedanên heyî nirxand û peyamên hevgirtinê da Hevşaredar Bucak.

Bucak piştî axaftinan seramîkên bi logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) û pirtûkeke pirzimanî ya ku dewlemendiyên çandî yên Amedê vedibêje diyarî Rekerê kir.

Li ser navê Şaredariya Kolnê xebateke danasîna bajêr weke diyarî pêşkêşî Bucak hat kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan