Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak beşdarî komxebata Elewiyan bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî komxebata Elewiyan a ku ji aliyê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ve hatibû lidarxistin, bû.

Di komxebata ku li otelekê li bajêr hat lidarxistin de, pirsgirêkên civaka Elewî yên ku dijîn, rîskên li hemberî wan, modelên rêxistinbûna serdema nû, û rola Elewiyan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin gotûbêjkirin. Ji bilî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vê komxebatê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan