Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Meclîsa Aboriyê ya Konseya Bajêr hat avakirin

Meclîsa Aboriyê ya Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya yekemîn pêk anî.

Konseya Bajêr ku piştî destpêkirina karê Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dîsa dest bi xebatên xwe kir, Meclîsa Aboriyê ava kir. Meclîsê, Civîna xwe ya 1emîn a Asayî li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê pêk anî. Cîgira Hevseroka Şaredariya Mezin Emîne Akin, Sekretêra Giştî ya Konseya Bajêr Selvî Tunç, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Tekeza pêşxistina aboriya bajêr

Piştî axaftina vekirinê, endamên Desteya Dîwanê hati hilbijartin. Serokê DTSOyê Mehmet Kaya ku di civînê de axivî, bal kişand ser girîngiya bihevrebûna civaka sivîl di Konseya Bajêr de. Kaya ku tekez kir ku pirsa "Em çawa dikarin aboriya bajêr pêş bixin?" girîng e, got ku tekane qada ku dê rêxistinên civaka sivîl û rêveberên herêmî li cem hev bîne Konseya Bajêr e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan