Kûçikê ku ketibû coyê hat rizgarkirin
Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kûçikê ku di nav sînorê navçeya Çinarê de ketibû coya avdanê ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) xilas kirin. Ekîbên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyeyê piştî ku ji xeta piştgiriyê ya "Alo 153" gilî girtin der barê kûçikê ku li navçeya Çinarê ket
Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kûçikê ku di nav sînorê navçeya Çinarê de ketibû coya avdanê ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) xilas kirin.
Ekîbên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyeyê piştî ku ji xeta piştgiriyê ya "Alo 153" gilî girtin der barê kûçikê ku li navçeya Çinarê ket coya DSÎyê bi lez û bez hatin cihê bûyerê. Kûçikê ku ji aliyê îtfaiyeyê ve ji xeniqînê xilas bû ji bo kontrolên pêwîst ên tenduristiyê şandin Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
