Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kopyalanmış Li Amedê Şahiya Gundan a Zarokan dest pê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundan bernameya ‘Şahiya Gundan a Zarokan’ dide destpêkirin ku dê 20 rojan bidome.

Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo ku zarok di betlaneya havînê de bi kêf derbas bikin, bernameyeke ‘Şahiya Gundan a Zarokan’ amade kiriye ku ji atolyeyên çand û hunerê û pêşandanên şanoyê pêk tê. Di çalakiyên ku dê di 23'yê Tîrmehê de dest pê bikin de, zarokên ku li gundan dijîn, dê bi atolyeyên wênesazî-muzîkê û pêşandanên şanoyê re bigihêjin hev.

Yekem ji çalakiyên ku dê li 20 nokteyên cuda werin lidarxistin, dê di 23'ê Tîrmehê de li taxa Akbulak a girêdayî navçeya Pasûrê bê lidarxistin. Di 24-25'ê Tîrmehê de li Uzunova û Kamişli yên Pasûrê; di navçeya Erxanîyê de 28'ê Tîrmehê li Ehmedî, 30'ê Tîrmehê li Şölen, 1'ê Tebaxê li Dîbektaş, 3'ê Tebaxê li Încehidir, 4'ê Tebaxê li Çukurdere, 5'ê Tebaxê li Selman; di navçeya Hênê de 6'ê Tebaxê li Çardaxli, 7'ê Tebaxê li Gurbiz; di navçeya Lîceyê de 8'ê Tebaxê li Qavacix; di navçeya Bismilê de 9'ê Tebaxê li Ambar, 10'ê Tebaxê li Çeltiklî, 11'ê Tebaxê li Qazancî, 12'ê Tebaxê li Çavuşlu; di navçeya Çinarê de 13'ê Tebaxê li Qaraçevre, 14'ê Tebaxê li taxên Yazçiçegi û Ovabax çalakî dê werin lidarxistin.

Çalakiyên ku dê di 29'ê Tîrmehê de li navenda navçeya Sûrê bê lidarxistin, dê di 16'ê Tebaxê de li navenda navçeya Lîceyê bi atolye û pêşandanên şanoyê bi dawî bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan