Kursên astengdaran dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatiyên astengdar bikaribin hilberînê bikin û ji hilberîna xwe debara xwe bikin û beşdarî jiyana civakî bibin kursên pîşeyî ji ber pandemiyê rawestandibûn, bi tevdîrên hîjyenê dîsa dest bi van kursan kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber pandemiyê navber dabû kursên pîşeyî, niha dîsa kurs dan destpêkirin. Kurs bi hevkariya ÎŞKURê li Sumerparkê têne lidarxistin, kurs di 4 branşan de ne û astengdar navbera 18-40 saliyê dikarin beşdarî van kursan bibin. Kurs ji aliyê perwerdekarên Midûrtiya Navenda Perwerdeya Gel ve tên dayîn.
Kursa E KPSSê dîsa dest pê kir. Ev kursên han, ji bo astengdaran dibe serçaviyeke debarê. Piştî kursê sertifikaya bi îmzeya MEBê didin beşdaran.
Kurs di fêrgehên Şaredariya Bajarê Mezin de tên dayîn. Dema kursê tevdîrên xawênî û paqijiyê bo pandemiyê di asta herî jor de tên girtin.
