Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kursiyer “saeta avê ya El Cezerî” li neqişên xwe dikin

Di kursên pîşeyî û hobi yên ku Şaredariya Bajarê Mezin vekirine de, kursiyer li ser seramîkên xwe motîfên cur bi cur neqiş dikin, her weha “Saeta Avê” ya El-Cezerî jî di nav wan neqişan de ye.

Şaredariya Bajarê Mezin, li DÎSMEK’ê kursên bêpere dide şêniyên bajêr. Ev kurs di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li fêrgehên Sumerparkê têne pêkanîn. Hin kurs bi mebesta fêrbûna huner û pîşeyekê têne dayîn hin jî bi mebesta hobi da ku şênî wexta xwe li vê derê bi fêrbûna hunerekê derbas bikin.

Beşdarên kursa seramîkan li ser seramîkên xwe motîfên cur bi cur dineqişînin. Ligel van motîfan êdî motîfa “Saeta Avê” ya zanyarê navdar El-Cezerî jî li seramîkan tên neqişandin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan