Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî ji bo diyarkirina rewşa civakî lêkolînên meydanî dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo diyarkirina rewşa civakî ya welatiyan lêkolînên meydanî dike. Ekîbên Midûriyeta Şaxa Alîkariyê ya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya xebatên tesbîtkirina rewşa civakî de ji bo nirxandina bang û sepanên ku li xeta piştgiriyê ALO 153 hatine kirin, mal bi mal d

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo diyarkirina rewşa civakî ya welatiyan lêkolînên meydanî dike.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Alîkariyê ya Daîreya Xizmetên Civakî, di çarçoveya xebatên tesbîtkirina rewşa civakî de ji bo nirxandina bang û sepanên ku li xeta piştgiriyê ALO 153 hatine kirin, mal bi mal digerin.

Ekîb di çarçoveya xebatên nirxandina rewşa civakî de li pirsgirêk û daxwazên malbatan guhdarî dikin. Piştî nirxandinan ji bo hewcedariyên malbatan bên dabînkirin paketên xwarinê û kartên alîkariyê tên belavkirin.

Di 15 rojan de 623 malbat hatin girtin

Ekîban di berdewamiya lêkolînên xwe yên meydana nirxandina civakî de 268 kartên alîkariyê û 355 pakêtên xwarinê dane malbatên ku ji Cejna Qurbanê vir ve nirxandina rewşa wan a civakî hatiye kirin.

Midûriyeta Şaxa alîkariyê ya ku di 15 rojan de gihîşt 623 malbatan û piştgirî da wan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan