Li Diyarbekir resepsiyona Komarê pêk hat
Bi boneya salvegera 96ê ya avabûna Komara Tirkiyeyê û 29ê Kewçêrê Cejna Komarê bi malovaniya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu resepsîyoneke hate lidarxistin. Dayikên ku zarokên wan bêseroşûn bûne jî beşdarî resepsîyonê bûn.
Li Diyarbekirê bi malovaniya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu resepsiyona komarê hate lidarxistin. Resepsiyon li otêleka navçeya Peyasê bi rê ve çû û ligel Walî Guzeloglu û hevjîna wî, erkanê edlî, mulkî û eskerî, midûrên saziyên cemaweriyê, siyasetmedar, bürokrat, vexwendiyên ji cihana kar, spor û hunerê û dayikên li ber HDPê ketine grevê jî beşdarî resepsîyonê bûn.
Beşdarên resepsîyonê, li ber derî ji aliyê Walî Hasan Barî Guzeloglu û hevjîna wî Ayşe Guzeloglu yeko yeko hatin pêşwazîkirin. Di resepsîyonê de Walî Guzeloglu li ser maneya rojê axaftinek kir.
