Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê ‘dersa nezaketê’ dan şofêran

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şofêrên otobûs û mînîbûsên nav bajarî, perwerdeya nezaket û uslûba têkilîdayînê pêk anî.

Perwerdeya nezaket û uslûba têkilîdayînê, li Navenda Çand û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin hate pêkanîn û 573 şofêr beşdarî perwerdeyê bûn.

Di perwerdeyê de ji şofêran re hate gotin ka divê çawa têkiliyê bi rêwiyan re deynin, nezaket û uslûbeke çawa bi kar bînin, siwarkirin û peyakirin divê çawa be, divê şofêr çawa kembera xwe girêdin, divê şofêr hay ji hêrsa xwe hebin, divê şofêr bi rêwiyên bi pirsgirêk re çawa tevbigerin.

Di perwerdeyê de der barê “Plana Master a Veguhastinê” de jî agahî dan şofêran.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan