Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çand, Huner û Karûbarên Civakî

Li Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran serdema nû: Serlêdan dê heta 20ê Îlonê berdewam bikin

Di Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran de ku piştî girtina ji aliyê rêveberiya qeyûm ve 9 sal paşê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji nû ve hat vekirin qeydên serdema nû dest pê kirin. Serlêdanên ji bo beşên sînema, şano, muzîk, muzîka zarokan, ziman û wêjeya kurdî û govendê dê di navbera 1-20ê Îlonê de bi rêya DÎSMEKê bêne kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên bi armanca parastina kelkela çandî û hunerî ya bajêr, pêşxistin û veguhastina wê ji bo nifşên nû berdewam dike. Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin sêwana Serokatiya Daîreya Çand, Hunerd û Karên Civakî de kar dike, dê ji bo serdema nû ya perwerdeyê xwendekaran qebûl bike.

Konservatuvara Aram Tîgran a ku di sala 2010an de hatibû damazrandin, di 1ê Mijdara 2016an de ji aliyê rêveberiya qeyûm a ku ji bo şaredariyê hatibû tayînkirin ve hatibû girtin. Konservatuvar piştî navbera 9 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji nû ve hat vekirin û derkete pêşberî hezkiriyên hunerê. Di serdema nû de jî di beşên cihêreng ên hunerê de perwerdeyên belaş dê bêne danîn.

Di şeş beşên cihêreng de perwerdeya belaş

Di bin sêwana Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran de ku dê bi kontenjana sînorkirî xwendekaran qebûl bike beşên sînema, şano, muzîk, muzîka zarokan, ziman û wêjeya kurdî û govendê cih digirin. Bi bernamayên perwerdeyê armanc ew e ku piştgiriya pêvajoyên hilberîna hunerî ya beşdaran bê kirin û kelkela çandî ya bajar ji nû ve ji nifşên nû re bê veguhastin.

Tevahiya dersên atolyeyê yên di konservatovarê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne lidarxistin.

Di beşa muzîka zarokan de perwerde dê 6 salan bidome

Zarokên di navbera temenê 7-12an de dikarin ji beşa muzîka zarokan fayde bibînin. Di beşa ku zimanê perwerdeyê dê Kurdî be, dê 6 salan perwerdeya muzîkê bê danîn ji zarokan re. Bi bernameya perwerdeyê ya demdirêj armanc ew e ku behremendiyên zarokan ên di qada muzîkê de di temenê biçûk de derkevin holê û bi pêvajoyeke perwerdeyê ya sîstematîk bêne pêşxistin.

Serlêdan dê bi rêya DÎSMEKê bêne wergirtin

Serlêdanên serdema nû dê di navbera 1-20ê Îlona 2026an de li ser adresa https://dismek.diyarbakir.bel.tr/ bêne kirin. Ji derveyî Amedê jî serlêdan dê bêne qebûlkirin. Yên ku dixwazin derbarê mercên serlêdanê û bernameyên perwerdeyê de agahdariya berfireh bi dest bixin, dikarin bi rêya jimara telefona 0412 502 90 18î re bi rayedaran re têkiliyê deynin.

Atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di 21ê Îlonê de dest pê bikin

Piştî temamkirina serlêdanan, atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di navbera 21-27ê Îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne çêkirin. Piştî nirxandinên ku dê di atolyeyan de bêne kirin, xwendekarên ku mafê perwerdeyê bi dest dixin dê bêne diyarkirin.

Encamên atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di 5ê Cotmehê de bêne aşkerekirin. Dersên serdema nû di Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran de jî dê di 12ê Cotmehê de dest pê bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan